Rêbaz li Rojavayê kurdistanê

Rêbaz li Rojavayê kurdistanê

Bûbê eser

Me gelek caran behsa tekoşîn û berxwedanên kurdan ya piştî perçekirina Kurdistanê kiribû. ji wan tekoşîn, berxwedan û serî hildanan tenê û heta niha başûrê kurdistanê li gor destûr û bernameya rêbaza pîroz hatiye azad kirin.

Helbet ew azadî ne li gor daxwaza dagirkerên me ye û bû. loma ji bona têkbirina wir çi ji wan hat û tê texsîr nekirine û nakin. dema wan fêm kirin dê nikaribin rast e rast mudaxeleyî başûrê kurdistanê bikin.  wan jî helwest û biryarên nû girtin.

Biryara wan ew bû ku der dorê li başûrê kurdistanê teng bikin. Weha teng bikin ku wir nikaribe hilma xwe jî bigire û zû têk here. Sedemê vê jî ew bû ku dagirkeran êdî weke zemanê berê nikarîbûn rast e rast êrîşî başûrê Kurdistanê bikin. Loma biryar girtin, dora wê dagir bikin. Cîh û war lê teng bikin. Bê nan û av bihêlin. Elektirîkê li ser wan qut bikin.

Bi gotineke din xwestin başûrê kurdistanê bifetisîne. Ji bona wir neghêje armanca xwe ya Kurdistaneke federa û dûre  jî ya serbixwe. Ji xwe di vî warî de bakurê kurdistnê bi destên hin kurdan bêdeng kiribûn. Ji bona nikaribin tiştekî bo başûr bikin û xwedîtiyê li wir neke. Li hember hemî kiryar û bûyerên dagirkeran yên li hember başûrê kurdistanê bêdeng bin. Her weha jî bû. 

Êdî dagirkerên me fêmkirin. Heger dora başûrê Kurdistanê ango berçên din dagir nekin. Wê daxwaz û helwesta gelê Kurd ya bi serpereştiya rêbaza tê kirinê, wê bi serkev e. Lewra piştî bêdengkirina bakurê Kurdistanê. Xwestin Rojavayê Kurdistanê jî bi temamî û li ser destê hin kurdan, dagir bikin da ku qawet û piştgiriya kurdên wir negihêje başûrê Kurdistanê.

Plan û proje dirêj e. Lê ez ê kin lê bidin, Ez ê helwest, biryar û qerara parastina kurdistanê ya vê rêbaza pîroz, ji bona we hinekî vekim. Vekim da ku em bi hevre bizanibin vê rêbazê, ji bona me li her çar perçên kurdistanê çi destkeftî bi dest xistiye.

Li gor biryara dagirkeran û hin dewletên mezin. Bi destê Daîşê xwestin kobanê dagir bikin. Da ku piştî wê jî hemî rojavayê Kurdistanê bê dagirkirin. Dema ku ev jî biba, wê him perçeyekî kurdistanê ji dest biçûya û him jî wê alîkarî û piştgiriya başûrê kurdistanê qels û lawaz biba. Heta bi temamî jî dikarîbû bihata qutkirin.

Dema dagirkerên me bi kêf û xweşî her roj digot in: ”Îro sibê wê Kobanê bikeve”. Ji ber ku wan dizanîbûn bi ketina rojavayê Kurdistanê. Wê tenê di hustiyê başûrê Kurdistanê de bihata jidandin. Belê dagirkerên me weha kêf dikirin û kêfxweşiya xwe dianîn zimên.

Ji bona helwest û daxwaza dagirkeran bi sernekeve. Parlemena Kurdistanê di roja 22.10.2014 biryar girt da ku pêşmêrgeyên qehreman bişînin rojavayê kurdistanê. Nehêlin Kobanê bikeve destê DAÎŞê. Ji ber ku dagirkirina Kobanê, dihat wateyê wê hemî rojavayê Kurdistanê jî bihata dagirkirin.

Di roja 28.10.2014an de yek ji hîmê rêbaza pîroz û serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî, ew biryara parlemana Kurdistanê pesinand. Pêşmêrgeyên qehreman berbi rojavayê Kurdistanê ve hereket kirin. Piştî ku Kobanê azad kirin. Kêfa dagirkerên digotin; ”ha îro ha sibê wê Kobanê bikeve” têk  bir. Loma bi hêza pêşmêrgeyên qehreman û li gor destûr û bernameya rêbaza pîroz Kobanê azad kirin û di 2015an li başûrê kurdistanê vegeriyan.

Ji xwe çûyina pêşmêrgeyan ya rojavayê Kurdistanê bi serê xwe şoreşek ji şoreşên rêbaza bû. Dema ku pêşmêrge di sînor bakurê kurdistanê de derbasî rojava bûn. Kurdên bakurê Kurdistanê yên ku dagirkeran dixwesta wan bêdeng bikin. Bi hemî hêz û qawetên xwe pêşewaziya derbasbûna pêşmêrgeyên xwe kirin.

Ew pêşewazî jî bû weke şoreşek nû ya vê rêbazê. Kurdên ku di dilê wan de azadiya kurdistanê hebûn û bêdengê bûn. Bêdengiya xwe bi pêşewaziyeke mezin rakirin. Li ser rêyan bi deng û çepikan bi xêrhatina qehremanên xwe dikirin.

Piştî azadiya Kobanê pêşmêrgeyên qehreman, bi şûnda li cih û warê xwe ango li başûrê Kurdistanê vegeriyan. Negotin, me vir azadkiriye em nema ji vir derdikevin. Ji ber ku rêbaz di wê baweriyê de ye ku divê her perçe li gor şert û mercên xwe tekoşîna azadiya xwe ya li hember dagirkerên xwe bide, bû.

Niha em dibînin, li kîjan perçê kurdistanê alîkarî û pêwîstî hebûye, vê rêbaza pîroz li vir konê xwe daniye. Lê piştî serketinê jî konê xwe rakiriye.

Ji ber vê ye divê Kurdên me yên Bakurê Kurdistanê û hemî kurd vê baş bizanibin. Rêbaz ango felsefeya Barzaniyê nemir ne rêbaza eşîrekê, malbat û komekê ye. Ew rêbazeke weha ku ji bona azadî û serxwebûna herçar perçên Kurdistanê têdikoşe. Niha me dît û em dibînin, vê rêbazî Şop û bingehên xwe ya neteweyî li herçar perçan danî ye. Bi danîna vê jî armanc û hedefa wê azadî û serxwebûna herçar perçên Kurdistanê ye…

Pustên heman beş