HRW: Tirkiye tawanên însanî dike

turkey-rojava-hrw-info

Navenda çavdêrî kirina mafên mirovan (HRW) raportek derbarê êrîşên balefirên cengî yên Tirkiyeyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê (Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê) belav kiriye.

Di raporta xwe de HRW diyar kiriye ku, Tirkiye bi zanebûn û bi mebesta wêran kirin û valakirina deverê êrîşî ser jêrxana medenî ya vê deverê dike û ev yek jî tawaneke mezin ya însaniye.

Di beşeke din ya vê raporta han de hatiye diyarkirin ku, rixmî zirarên canî hevdem zirarên gelek mezin yên madî jî ber deverê û jêrxana medenî ya deverê ketine û Tirkiye bi zanebûn jêrxana medenî dike armanc û êrîşên Tirkiyeyê jî her diçe zêdetir dibin.

Di berdewamiya raportê de hatiye gotin ku, Tirkiye bi zanebûn jêrxana tendirostî dike armanc û dixwaze bi vê awayî şêniyên deverê ji xizmetgozariyên tendirostî bêpar bihêle.

Pustên heman beş