Du rayedarên Amerîkayê: Dema êrîş kirina ser Îranê hatiye

iran-usa

Aloziyên li deverê didomin û çekdarên Îranî jî yên li deverê berdewamin li ser êrîşên xwe yên li dijî hêzên Amerîkî û rayedarên berê yên Amerîkayê jî şîret didin hikûmetê û dibêjin li Îranê bidin.

Her yek ji Cîgirê berê yê Serokê Amerîkayê Mike Pense û wezîrê berê yê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo di gotarên xwe de eşkere kirine ku, çavkaniya tevahiya aloziyên li deverê de Îranê û Îran berdewame li ser piştîvanî kirina komên çekdar û terorîstan lewre lazime hikûmeta Amerîkayê biryar bide û êrîşî ser Îranê bike.

Ev her du rayedarên Amerîkî diyar kirine ku, niha dem baştirîn deme bo êrîş kirine ser Îranê.

Ev her du kesên han daxwaz kirine êrîşî ser navendên etomî yên Îranê û jêrxana abûriya Îranê were kirin û cezayên dijwar li ser rejîma Îranê werin sepandin.

Pustên heman beş