Sûriye dujeha kurdan û buhişta Evdila û çekdarên wî

Sûriye dujeha kurdan û buhişta Evdila û çekdarên wî

Simko Ebdulezîzî

Dema Evdila Ocalan derbasî Sûriyê bûy û li wir nîştecî bûy, baregehê xwe yê siyasî û leşkerî avakir, di wê demê de “Xecê” yek ji rêveberên berçav yên “Partiya Ala Kurdistanê” bû li Bakurê Kurdistanê, Xecê gotineke pirr balkêş heye ku dibêje; “Her dewleteke alîkariya partiyeke kurdî bike, ji boy armancên xwe alîkariya wê dike û giringtirîn armanc jî eve ku kontrola wê partiyê û hêza mirovî ya partiyê bike.”

Li gor vê axaftinê bila em hizir bikin gelo çima dewleta Sûriyê û desthilata partiya Baas ya Sûriyê welatê xwe kir otêleke 5 Stêr ji Evdila û çekdarên wî re?

Gelo qey dewleta Sûriyê bawerî bi mafên gelê kurd heye?

Kurd dibêjin, “ger flan kes bendikek kesk û sor bûya, wê bi serê derê mala bavê xwe ve bûya”, heger rejêma Sûriyê jî bawerî bi mafên kurdan hebûya? Gelo çima çavê xwe nedida kurdên li Rojava Kurdistanê di jiyan?

Di demekî de ku desthilata Sûriyê welatê xwe weke hotêleke 5 Stêr xistiye di xizmeta Evdila Ocalan û PKK’ê de, kurdên li Rojava dijîn weke kole didîtin û ti maf bi wan nedida, di vî demî de li Sûriyeyê kurdan ti mafekî mulkdariyê tune bû, kurd nedikarîn passporta Sûriyê bi dest bixin û weke qereç dihatin naskirin, rê bi t çalakiyeke siyasî bi kurdên Rojava nedihat dayîn, tev çalakiyên çandî û zimanî ji kurdan re qedexe kiribûn, rê bi partiyên siyasî yên Başûr jî nedihat dayîn xebatên xwe yên siyasî bi eşker li wir encam bidin.

Lê belê, berevajî vê yekê, dewleta Sûriyê bi hemû awayan alîkariya PKK’ê dikir, ji wan alîkariyan jî mîna, “dewreyên perwerdeya leşkerî ji bo PKK’ê li dar dixistin û generalên rejêma Sûriyê bi perwerdeyê radibûn, dewreyên siyasî û çandî ji boy PKK’ê vedikirin û rê bi tev çalakiyeke hunerî dida,  passport ji kadroyên PKK’ê re didan, hejmara herî zêde ya kadroyên PKK’ê yên di navbera salên 1981-1991an de derbasî Ewropayê bûyî bi passporta Sûrî û ji Şamê derbas bûne, alîkariyên madî yên mehane pêşkeşî PKK’ê kirine, çek ji çekdarên PKK’ê re dabîn kirine û PKK’ê bi awayekî azad tev civîn û konferansên xwe bi azadî li dar dixistin û PKK’ê Rojname û Kovar û Radio bi eşkerayî di nava xaka Sûriyê de hebûn.

 Rejêma Sûriyê hin armancên xwe yên siyasî hebûne ku bi vî awa alîkariya PKK’ê kiriye, bi nerîna min ji wan armancan jî evin,

1- Bi rêya PKK’ê tev partiyên kurdî yên Rojava Kurdistanê ji nav bibe.

2- Ciwanên Rojava Kurdistanê yên netewî tevlî refên PKK’ê bike û ji boy şerê çekdarî bişîne Tirkiyê heya ku tev werin tesfiyekirin.

3- Têgeha ku Rojava Kurdistanê beşek ji Kurdistana mezin e ji nav bibe û wisa bi kurdan bidin zanîn ku ti kurdekî Rojava tuneye û ti parçeyek Kurdistanê li Sûriyê tuneye, kurdên li wir tev ji Bakur koçberî Rojava bûne, Ocalan di vê derbarê de hewlek mezin da.

4- PKK’ê weke amûrekî fişarê li dijî dewleta Tirkiyê bikar bîne.

 Xuyaye ku nakokîyên pirr mezin di nêvbera Sûriyê û Tirkiyê de hebûne, ez dikarim wan nakokiyan bi kurtasî bi vî awa bas bikim:

1- Pirojeya gap ya ku hikûmeta Tirkiyê ragehandî û heya niha jî kar li ser dike ku çendîn bendavên mezin li ser rûbarê Dîcle û Firatê ava bike,  ev dibû sedem ku beşekî mezin ji xaka Sûriyê weke Biyaban hişik bibe.

2- Tirkiyê rêxistineke siyasî ya Îslamî ji gelê Sûriyê ava kiribû û berdewam çalakiyên leşkerî li dijî rejîma Sûriyê encam dida, ev yek jî gefeke mezin bû li ser rejîma Sûriyê.

3- Dema di sala 1939an de ji encama raprisînekê de parêzgeha Eskenderiye bû beşek ji Tirkiyê, ti caran hikûmeta Sûriyê ev rapirsî erê nekir û her tim di wê baweriyê de bûye ku wê parêzgehê dê vegerîne nava sînorê xwe de.

Li dawiyê dixwazim bala we ji boy axaftineka yek ji berpirsên PKK’ê yên bi navê Çelîk rakêşim, Çelîk yek ji berpirsên leşkerî yên PKK’ê bû, wî digo: “A zelal û eşkere ye di dîroka PKK’ê de, me ti çalkiyeke leşkerî yan siyasî yan rewşenbîrî li dijî hikûmeta Sûrî encam nedaye û emê encam nedin jî.”

Pustên heman beş