DEM û siyaseta durû

DEM û siyaseta durû

Di hilbijartinên herêmî de partiya DEM hewlda ku, rolekî bileyze û daxûyaniyên xwe yên destpêkê dan xuyakirin ku, dê biryara DEMê di destê rêveberiya DEMê de be. Hinekan bawer kir, lê kesên siyaseta PKK’ê dinasin bawerî li hinek daxuyaniyên DEMê neanîn. Dem hewlda ku bide xuyakirin ku ew di nava guhertinekî dene. Lê nekarin yan jî ev yek ne karê wan bû. Ji ber ku ew rastî piyonên siyasîne û nawenda biryarê Qendil e.

Kesayetek wek Selahattin Demirtaş çewe ev fam nekir û di daxuyaniyên xwe de weritî. Di nava bingeha DEMê de sempatiyeka Demirtaş heye. Lê Qendîl ji bo vê yekê ji nav bibe çend daxuyanî dijî Demirtaş derxistin û ew bi tiştên xirab jî tumetbar kirin.

Lê desthilatdariya DEMê ya nû ji ber ku rastî çep bûn Kemalistin, baweriya Demirtaş li wan hat ku ev dikarin bibin nawenda biryarê, lê welê nebû. Ji berî hertiştekî siyaseta DEMê ya ku di hilbijartinên giştî de berdewam bû. Ji xwe berê jî tifaqî nehînî li gel CHPê kirîbûn û ev yek tu cara nehat eşkerekirin. Hinek berpirsên DEMê gelek daxûyanî dan ku gotin, hêdî bi tu awayî tifaq û lihevhatin li gel CHP’ê bi vî awayî nabin. CHP rexne kirin, lê newêrin behsa siyaseta Qendîl bikin.

Di hilbijartina de serokê nû yê CHPê daxuyakirin ku, ewê hertiştî eşkere bikin, lê ji bilî du sê weneyên li gel hevserokên DEMê tiştek eşker nekirin. Vê carê lihevhatinek du rû kirin. Heta gava dawî jî ihtimala ku DEM berbijêrê xwe li Stanbolê bikîşîne heye. Ji xwe Îmamoglu li gel dengderên DEMê li hevhatinek kiriye. Li gelek navçeyan ew kirine namzetên Meclîsa Şeredariyan, bi sedan ji wan kirin karde û ew niha di Şeredariya Stanbolê de dixebitin. Ji xwe li Stanbolê û gelek deverên din CHP bûye Îmamoglu.

Piştî daxuyaniya endamê serokatiya PKKê Mustafa Karasu hertişt di cih de hate guhertin û hêdî deng ji DEMê derneket û tenê erka DEMê ewe ku biryarên Qendîl cihbicîh bikin. Li gelek namzetên DEMê bêdeng xwe vekişandin.

Hilbijartinên giştî de armanca Qendil bi tenê dijitiya Erdogan û AK Partiyê bû. Di serî de DEMê da xûyakirin ku, ew dikarin her aliyekî re hevdîtina bikin. Ev yek wek îşaretek bû ku, Qendîl ji dev siyaseta xwe ya hilbijartinên giştî berdeya. Heta hevdîtin di navbera AK Partiyê û DEMê de li ser daxwaziya DEMê pêkhatin. Di vê derbarê de siyaseta Demirtaş li dijî siyaseta Qendil bû. Demirtaş helwesta xwe destpêkê de vekirî eşkere kir. Lê piştî hişyariya Qendîl ew jî bê den bû.

Xalek din heye ku, DEM taybetî jî Qendîl dixwazin dewlet dewsa şeredarên wan de qatuma tayin bikin. Ji ber ku xwe bi vê siyasetê xwedî dikin. Berê xwe bidinê. Ahmet Turk berê serokê Şeredariya Mêrdînê bû. Dewsa Turk de qayum hate tayin kirin. Başe ji bo çi cardin bi înat Turk dikin namzetê şeredariya  Mêrdînê? Gelek namzetin din di heman rewşêde ne..

Ew tifaq nehînî ku , navê wê kirine Tifaqa Bajara gelekî xirabe û ji siyasetek bê şexsiyet hatiyê pêş. Ka dê bingehê DEMê û taybetî sempatizanên Demirtaş vê yekê çewe pêşwazî bikin , roja 1ê Nîsanê de dê bê xuyakirin.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş