Encama hilbijartina dibe destpêka pêvajoyên nû!

Encama hilbijartina dibe destpêka pêvajoyên nû!

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê sibehî hilbijartinên herêmî têne li darxistin. Dê sibe evarî piştî ragihandina encamên hilbijartina ,pêvajoyek nû li Tirkiye destpêbike. Partiyan piranî giraniya xwe daye li ser bajarên mezin yên Tirkiye. Stanbol dê çarenûsekî taybet di pêşeroja Tirkiye de kifş bike.

Du ihtimal derdikevin hole.

Yekemin eger AK Partî serbikeve, jiyana siyasî ya şeredarê niha Ekrem îmamoglu bi awayekî dawî dibe û bandora ku li ser CHPê heyî winda dibe. Rewşa CHPê û nakokiyên di nava CHPê de dijwartir dibin û dê  hêza xwe ya muxaleftkirinê jî bi awayekî ji dest bide.

Duyem  eger CHP serbikeve, dê Îmamoglu ji sibehî pêde xwe ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên 2028ê amade bike, û bandora xwe li ser CHPê bi hêztir bike. Heta CHP dikare doza hilbijartinên pêşwext li desthilatê bike.

Li Stanbolê rewşa dengderên DEMê tevlîhev e. Îmamoglu li gel Qendil û nûnerên Qendil di nava DEMê de li hevkiriye û bi awayekî ew kirîne. Li gora hinek agahdariyên di medya Tirkî de jî hatin belav kirin, pereyek mezin daye PKKê. Niha li ser vê yekê behsa lepirsînekî jî tê kirin. Ji aliyek din her çikas DEMê berbijêrê xwe jî destnîşan kiribe, lê beşek mezin dengderên DEMê dê denga bidin Îmamoglu. Kifşkirina berbijerikî ji aliyê DEMê ve bi temamî tektîkîye.31 kesên endamên DEMê di listeyên meclisa şeredariyên navçeyên Stanbolê de di listeyên CHPê de cih girtine. Kurtahî Îmamoglu ranta Stanbolê li gel Qendil bi awayekî pavre kiriye.

Ji aliyek din ve kesayetên wek Leyla Zana di beşek propagandeyên DEMê de amade bûye û bang dike ku, dengê xwe bidin DEMê bi xwe, nedin kesek din. Eger DEM bi hêz ji van hilbijartina derkeve mimkine 1ê Nîsanê pêvajoya aşitiyekî destpê bike. Ev jî deqê gotinên Zana ye ku, li her derî dibêje. Tê zanîn ku eve 8 salbûn Qendil qedexeyek danîbû li ser Zana û dengê wê dernediket. Lê çi hikmet be di newroza Diyarbekirê de dest bi destê birayê Ocalan de keta nava qada Newrozê.

Li bajarên mezin CHPê û qendil li hevkirine. Li Kurdistanê rewş cudaye. Ji xwe gelek deveran CHPê berbijêr jî nîşan nekirine. Deverên wek Diyarbekir Wan û Mêrdînê zehmete AK Parti yan partiyek din serbikeve, lê dê dengên xwe zêde bikin û DEM denga kêm dike. Yanî tevitiya bajarên Kurdistanê dê dengên DEMê li gora hilbijartinên berê kêm bibe. Ev yek jî dibe destpêka pêvajoyek din di nava DEMê de.

Vekirî dixweyê ku nakokiya Qendil û Îmralî destpêkiriye, kî çewe serdikeve nayê zanîn. Lê Qendil serdeste .

Eger encamên hilbijartina baş bêne nirxandin û Kurdên derveyê PKKê li bakur xwe bi awayekî organize bikin, dikarin pêvajoyek nûjen  a aşitiyek rasteqênî biparêzin û xwe wek muxatab bidin qebûl kirin. Ev zemîn heye û gelek jî bê hêze. Ya pêwist ewe ku hinek li vê yekê xwedî derkevin û rêxistinên civakî yên sivîl bêxin di nava tevgerekî de.

Ji bo Kurda ya bi xêr çibe û çi bikaribe bikeve xizmeta destxistina mafên netewî yên Kurdan de, hêvî ewe ku ew pêkwerê.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş