Di rêbazê de xweneçemandin

Di rêbazê de xweneçemandin

Bûbê Eser

Felsefe ango rêbaz ew e ku ji bona doza gelê xwe divê xwe li hember dijmin û dijberî xwe serê xwe netewîne, xwe nizm û bi çûk nebîne ango xweneçemîne. Ev di rêbazê de pir bi zelalî û vekirî hatiye dest nîşankirin.

Em vê bi wan kes û kesayetin ku bi rêbazê bawerin, di jiyan û tevgerên wan de dibînin. Ji ber ku rêbaza miletekî, xelkekî, partî û tevgeran, wê yekê dide ku divê mirov çawa li hember dijminê xwe tevbigere an digere. Rêbaza pîroz jî vê rê kurdan dide.

Mirov di rêbazê de dibîne ku hemî serkêş û dameziranên vê rêbaza pîroz berê xwe û gelê xwe fêrî li  hember dijminê xwe, xwe neçemandinê ango serê xwe netewandin û ne nizmbûnê dike. Ji ber ku xweçemandin ji bona rêber û serkêşan xala rûreşiyê ye.

Loma serî tewandin tê wê wateyê ku tu nema dikare ji bona azadiya gelê xwe bi rehetî û wêrekî tevbigere. Ji ber vê ye ku ev xal jî di rêbazê de hatiye destnîşankirin ku divê miletê kurd, serok û rêberê wî vê fêr bibin.

Heta ku kesên rêber û tekoşerên gelê xwe vê xala pîroz baş fêr nebin. Dê nikaribin tekoşîna gelê xwe li ser asasê rastî û demokrasiyê bidin. Loma divê li ba serok û rêberên gelê xwe, serî tewandin ango xweçemandin tune be.

Heger em vê vekin em ê bibînin ku dema Barzaniyan dest bi tekoşîna gelê xwe ya ji bin nîrê dagirkeriyê azad bike, dan. Berê xwe fêrî vê kirin û ev kirin xalek ji rêbaza pîroz.

Ji ber ku serî netewandin an xweneçemandin tê wê wateyê ku divê tu bê tirs li hember dagirker, dijmin û neyarê xwe bi wêrekî şerê azadiya gelê xwe bide. Loma Barzaniyan di hemî tekoşînên xwe de ev xal pêk anîne û tînin.

Dema şêx Mihemedê bavê Barzaniyê nemir xwest sîstema axatiyê ji Kurdistanê rake, hemî axa bûne yek û li hember wî helwest girtin. Bi vî jî nesekînin. Her roj wan şêx Mihemet li ba rêvebirên Osmaniyan, boxtan û derew lê dikirin ku Osmanî wî bigirin an tune bikin.

Lê şêx Mihemed ji biryara xwe bawer bû. Loma xwe li hember hemî axayên dijminatiya wî dikirin xweneçemand. Serê xwe li hember dewleta Osmanî, netewand. Vê biryar û kiryarê ew bi serxist û sîstema axatiyê ji başûrê kurdistanê bi awayekî bê xwîn rakir. Helbet ev ne karekî hêsan bû. Lê wêrekiya wî ji ber wê xala rêbazê pêk hat û dihat.

Dema em li dîroka Barzaniyan dinerin yek ji wan jî li hember dagirkerên xwe, xwe neçemandin û tim ji bona azadî û serbestiya gelê xwe kar û xebat kirine. Ne zîndanên dagirkeran û ne axa û sîxurên kurd serî li wan netewand.

Dema rêvebirên Osmaniyan, Şêx Mihemed girt û avêtin zîndanê, daxwaza wan ji wî ew bû ku heger lêborîna xwe ji Osmaniyan bixwaze dê wî azad bikin. Lê şêx Mihemed tucaran ev qebûl nekir. Xwe li hember Osmaniyan neçemand û di daxwaza xwe de bi serket.

Dema desthilata Iraqê jî şêx Ehmed  girtin û avêtin zîndanê, wan ji wî xwest ku ew lêborîna xwe bixwaze da ku wî azad bikin. Lê şêx Ehmed jî weke bavê xwe, serî li hember wan netewandin û di xwesteke xwe de bi serket.

Dagirkerên Iraqê pir dixwestin ku Barzaniyê mezin jî ji ber tevger û serîhildana xwe lêborînê ji wan bixwazî, lê wî jî bi tu awayan ev nekir. Tim jî li hember zilm û zordariya wan tekoşîna gelê xwe domand.

Dema ku em dîroka Barzaniyan ya ji Abdulselamê yekem û heta niha hatiye, bişopînin û fêr bibin, em ê bibînin ku wan tu caran li hember dagirker û dijminê gelê xwe, serê xwe netewandin ango xweneçemandin. Loma ev bû xalek ji xalê rêbazê ku ew kesên bi vê rêbazê bawer bin, divê bi vî rengî perwerdahiya xwe bigirin. Li dîroka Barzaniyan û ya bi vê rêbazê bawerin, binerin hûnê bibînin ku xweçemandin ango xwe nizmkirin ji jiyana temama Baraniyan tune bû û tu ye.

Ez dixwazim vê nivîsa xwe jî bi mînakekê biqedînim da ku em bizanibin bê xwe neçemandin ango serî li hember dijmin netewandin, dinava Barzaniyan de çawa pêk hatibû û tê.

Di sala û roja 8-4 1963an de  di navbêra çêşa Iraqê û pêşmêrgeyên qehreman de şerekî mezin derdikeve. Ew şer dibe şerê hebûn û nebûnê. Loma pêşmêrgeyên qehreman bi çekên xwe yên kêm û ne modern li hember cêşeke weke ya Iraqê ku Îngîlîz jî li pişta wan bû, şerekî mezin destpê dibe.

Ji bona hemî pêşmêrge li gel serokên xwe Barzaniyê mezin tune nebin û xwe bi awayekî rê û rêbazekê li gel kêm wendabûnê, xelas bikin. Pêşmêrgeyên Barzaniyê nemir yên bi navê Husin Mihemet Mêrgesorî, Şîtî serkêrî, Saîd Tacedîn Serkêrî û Ehmed Şêxzade Zewkî,  di kozika xwe de xwe bi hev girê didin û li hember cêşa Iraqê şerê nemanê didin. Bi wî şerî jî dixwazin pêşmêrgeyên din berbi çiyayê asê birevin da ku hemî ji mirinê xilas bibin. Her weha jî dibe.

Wan canfedayên kurdistanê, şerekî mezin dikin û bi saya wî şerê ew pêşmêrgeyên qehreman ji mirinê azad dibin. Lê herçar qehreman jî dibin cangorî. Aha ev e rêbaz û pêkanîna rêbazê. Aha ev e, baweriya rêbaz dide mirov. Aha ew bawerî bû ku di şerê sed salan de em kurd bûne xwedî perçeyekê azad.

Rêbaz ne ew e ku mirov tenê bi devkî bêje. Divê mirov xalên wê di jiyanê de, weke hemî serok û rêberên ji Barzaniyan û pêşmêrgeyên wan yên qehreman pêk dihat, pêk bîne. Ji ber vê ye serînetewandin ango xweneçemandin bûye xalek ji xalên vê rêbaza pîroz ya hêja bi qîmet û rûmet. Loma kesên bi vê rêbaza bawerin, bi rûmet û qîmet in.

 

 

 

 

 

 

 

Pustên heman beş