Girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate darvekirin

Urmiye-Kurd-Iran-asfshin-bagh-shirin-net

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê xelkê bajarê Kengawerê yê bi navê Efşîn Baxşîrîn hate cîbicîkirin. Ew berê bi sedema tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 13ê Nîsana 2024an, Efşîn Baxşîrîn yê 39 salî û xelkê bajarê Kengawerê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate darvekirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd şeş sal beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû binçavkirin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd li medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê nehatiye belavkirin.

Pustên heman beş