5 kolberên din bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê birîndar bûn

5 kolber bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê birîndar bûn

5 kolber li sînorê Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ve hatin birîndar kirin.

Li gor zanyariyan duh 19.04.2024ê pênc kolberên bi navên Mihemed Rehîmî, Muîn Şerîfî, Mihemed (navê bavê wî nehatiye zanîn), Seîd (navê bavê wî nehatiye zanîn) û Keywan Darabî bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê hatin birîndar kirin.

Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw ragehand ew kolber li sînorê Newsûd a ser bi Pawe êrîş li ser wan hatiye kirin û dest û lingên xwe de hatine birîndar kirin.

Pustên heman beş