Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêmê pêbend e ku jîngeheke guncayî ji bo rojnamevanî û azadiya derbirînê dabîn bike

Mesrûr-Barzanî-Dîdara-Navdewletî-ya-Rojnamegeriyê-Info

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, îro 22ê Nîsanê Sêyemîn Dîdara Navdewletî ya Rojnamegeriyê bi dirûşma Parastina Rojnamegerên Jin ji cudakariya zayendî, li Hewlêrê hat lidarxistin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dîdarê gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, “Li Herêma Kurdistanê karê ragihandinê bi tevahî azad e û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pêbend e ku di çarçoveya yasayê de jîngeheke guncaw ji bo rojnamevanî û azadiya derbirînê dabîn bike.”

Deqa peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Amadebûyên birêz

Mêvanên hêja

Ez dilxweş im ku di vê dîdara rojnamegeriyê de bi we re me. Bi taybetî bi xêrhatina hemû rojnamevan û medyakarên ku ji çar aliyên cîhanê hatine, ji bo beşdarî vê dîdarê bikin. Hûn bi xêr hatine. Hêviya serkeftinê ji we re dixwazim û hêvîdar im ku encam û pêşniyarên vê dîdarê di xizmeta pêşketina karê rojnamegeriyê de bin.

Herwiha bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî û salvegera damezrandina Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyê arasteyî hemû rojnamevanên Kurd dikim û hêviya serkeftinê û pêşketinê ji bo wan dixwazim.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim bi rêz û pêzanînê ve li rola giring a rojnamevanan û pîşeya rojnamevaniyê dinêre ku bi awayekî pîşeyane û berpirsyane erk û peyamên xwe yên rasteqîne di çarçoveya yasa û etîka rojnamevanî û pîvanên navdewletî de cîbicî bikin, bi taybetî di warê hişyarkirina civakê, gihandina zanyariyên rast, destnîşankirina kêmasî û binpêkirinan û piştgiriya proseya çaksaziyê de. Bi vî awayî jî, ragihand wekî desthilata çarem, rojnamevan alîkariyekî girîng ê saziyên hikûmetê ne û bi hev re kar ji bo pêşdebirina civak û welat dikin.

Li Herêma Kurdistanê karê ragihandinê bi temamî azad e û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pabend e ku di çarçoveya yasayê de jîngeheke guncaw ji bo rojnamevanî û azadiya derbirînê dabîn bike.

Cihê dilxweşiyê ye ku Herêma Kurdistanê xwediyê yasayeke pêşkeftî ya rojnamevaniyê ye û ji ber karê rojnamevanî û azadiya ragihandinê li Herêma Kurdistanê gelek baş bipêş ketiye.

Azadiya Rojnamevaniyê li Kurdistanê giheştiye astekê ku nehezên Herêma Kurdistanê berdewam di hewla bi xirapî bikaranîna vê azadiya ne ku li navçeyê kêm e, ev jî bo lêdana li binemayên demokrasî û qewareya Kurdistanê ku bi navê rojnamegeriyê, kesin dijayetiya Herêma Kurdistanê dikin.

Ez bang li rojnamegerên birêz, sendîka û rêxistinên taybet ên bi rojnamegeran dikim ku rê nedin ev pîşeya girîng bibe sekoyek bi xirapî bikaranîna azadiya ragihandin û derbirînê.

Destxweşiyê li Komîteya Cenderî ya Federasyona Rojnamegerên Navdewletî dikim ku Hewlêr ji bo encamdana vê dîdarê hilbijartiye. Hêvîdar im ev pêngav bibe derfetek ji bo pêkanîna kar û projeyên hevbeş ligel Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê.

Derbarê mijara sereke ya dîdarê de, ku taybet e bi parastina rojnamevanên jin ji cudahiya regezî zayendî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye hevahengî û hevkariya pêwîst ligel Sendîkaya Rojnamegeran û hemû aliyên peywendîdar bike ji bo nehîştina hemû pirsgirêk û astengiyên li pêşiya rojnamevanên jin û nehîştina her tundûtûjî û cudakariyên ku li wan tê kirin. Di vî warî de her çi pêwîst be li ser hikûmetê dike, ji bo bidawîanîna hemû astengiyên li pêşiya rojnamegerên jin ta ku bikarin erkê xwe bi awayekî pîşeyane bicih bînin.

Di dawiyê de, dubare Roja Rojnamegeriya Kurdî û salvegera damezrandina Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê pîroz be û hêviya serkeftinê ji bo karên vê dîdarê dixwazim.

Her şad û serkeftî bin

Pustên heman beş