Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokomarê Îranê re dicive

Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokomarê Îranê re dicive

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehranê bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî re civiya û pêwendiyên siyasî, aborî û bazirganî yên di navbera Tehran û Hewlêrê de gotûbêj dikin.

Li gorî bernameya serdana Serokê Herêma Kurdistanê, biryar e Nêçîrvan Barzanî piştî civîna bi Reîsî re, bi Rêberê Bilind ê Şoreşa Îranê re bicive.

Pêştir Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandibû, pirsên ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û Îranê, tewereke din a gotûbêjên Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî dibin. Di vê çarçovê de jî tekezî li ser pêşxistin û bihêzkirina têkeliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de tê kirin.

Civîna Serokomarê Îranê û Serokê Herêma Kurdistanê dûrî medyayê tê kirin. Lê biryar e hevdîtinên din ên bi rayedarên din ên Îranê re jî bi awayekî eşkere û li pêşberî medyayê bên kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya rayedarên payebilind ên Îranê duhî gihîşt Tehranê.

Pustên heman beş