Her roj tawaneka PKKê aşkere dibe

PKK-Ciwan-Kurd-info

Nasnameya du ciwanên din yên Kurd aşkere bû ku rêxistina PKKê ew jî weke bi hezaran ciwanên Kurd berê wan da mirinê û bi salane mirina wan li malbatên wan veşartî ye.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja yekşemî 5/5/2024ê nasnameya 2 çekdarên xwe aşkere kir ku li 10 û 30 hezîrana sala 2022ê li nav xaka Başûrê Kurdistanê di şerê xwe yê bê encam de bi destê artêşa dewleta Tirk ya dagirker da ne kuştin û ji nû ve mirina wan îfşa kir.

Navên wan wisaye:

Muslim Emîn ji Şirnexê.

Mahsûm Hacî ji Mêrsînê.

HPGê di pesnê van çekdarên xwe de dîsa gotiye ew Apoyî bûn û fedayê Apo bûn, angu xwîna wan bi feda ji boy Zilamê li Îmraliyê dîtiye.

Ji destpêka sala nû 2024ê ve, PKKê weke salên berê her roj wêneyên komên ciwanên Kurdan parvedike, ciwanên ku di berxwedana xwe ya saxte de dane kuştin û mirina wan veşartî hiştîye.

Pustên heman beş