Fermandarekî HPGê hat kuştin

Fermandar-pkk-kck-hpg-info

Nasnameya fermandarekî din yê HPGê baskê leşkerî yê PKKê îfşa bû ku du salan berê hatbû kuştin û ji nû ve mirina wî aşkere bû.

HPGê îro roja sêşemî 7 gulana 2024ê nasnameya fermandarekî xwe yê bi navê Sedat Nûrî bi navê kod Şevger Çiya aşkere kir ku li 22 çileya sala 2022ê li herêmên sînorî yên Başûrê Kurdistanê hatbû kuştin û mirina wî veşartî hiştbû.

Sedat Nûrî ji Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ye, li sala 1998an tevlî PKKê bûbû û bo dema 24 salan li Bakur û Başûrê Kurdistanê çalakî bo rêxistinê encam da ne.

Li gorî agahiyên Darka Mazî di sala rabûrî 2023an de rêxistina PKKê nêzî 60 fermandar û kadroyên xwe yên pêşketî wenda kirine û piranî jê bi êrîşên hewayî yên balafirên bêmirov hatine hedef kirin.

Pustên heman beş