Cara yekem e şaredarek ji ber pergala hevserokatiya şaredariyê tê sizadan

Cara yekem e şaredarek ji ber pergala hevserokatiya şaredariyê tê sizadan

Derbarê Hevserokê Şaredariya Sûrê yê berê Seyît Narîn de dagehê sizayê zindanîkirinê da, ku cara yekem e şaredarek ji ber pergala hevserokatiya şaredariyê tê sizadan.

Beriya 10 salan Seyît Narîn di hilbijartina herêmî de ji partiya Herêmên Demokratîk (DBP) wek hevserokê şaredariya Sûrê hatibû hilbijartin û paşê jî derbarê wî de di cotmeha sala borî de dageha Sizayê Giran a 13. a Diyarbekirê sizayê 1 sal zindanîkirinê lê birrîbû ku Dadgeha Îstînafê ew siza erê kir.

Seyît Narîn bu yekem şaredar ku ji ber ku pergala hevserokatiyê di şaredariyê de cîbicî kiriye hatiye sizadan. Dadgeh dibêje bi cîbicîkirina pergala hevserokatiyê Seyît Narîn peywira xwe bi xirabî bi kar aniye.

Piştî ku sizayê Seyît Narîn ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve jî hat erêkirin Seyît Narîn hat girtin û bo girtîgehê hat rêkirin.

Pustên heman beş