Îsraîlê li başûrê Lubnanê otomobîlek bombebaran kir: 2 kes hatin kuştin

Îsraîlê li başûrê Lubnanê otomobîlek bombebaran kir: 2 kes hatin kuştin

Îro 09.05.2024ê artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê otomobîlek bombebaran kir û di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Ajansa nûçeyan a Rûsî belav kir, ku Îsraîlê bi dron otomobîlek li ser rêya navçeya Bafîle ya ser bi qezaya Sureyan li başûrê Lubnanê kiriye armanc û ji ber wê jî kuştî û birîndar hene.

Herwaha ajansa Sky News a erebî jî ragehand, di wê êrîşê de 2 kes hatine kuştin.

Ji dema 7ê cotmeha 2023yê destpêkirina şerê di navbera Îsraîl û Hemasê heta naha Hizbulaha Lubnanê jî bakurê Îsraîlê bombebaran dike û Îsraîl jî başûrê Lubnanê berdewam bombebaran dike û ji wê demê heta naha bi bombebaranên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de 250 endamên Hizbulaha Lubnanî heta naha hatine kuştin û herwaha 75 kesên sivîl hatine kuştin. Di bombebaranên Hizbulaha Lubnanê ya li ser bakurê Îsraîlê de jî nêzîkî 10 leşkerên artêşa Îsraîlê hin kesên sivîl hatine kuştin.

Pustên heman beş