Qeşmer Hêlîn Tirk dîsa axivî…

helin_omid

Hemû cureyên nezaniyê xeternak in. Bi taybetî jî mirovên nezan we difikirin ku ew navenda dinyayê ne û her tiştî dizanin ev ne tenê xeternakin ew bîjî û qeşmerin. Yek ji wan endama Komîteya Navendî ya PKKê Nîlûfer Çoban e ku bi navê Hêlîn Tirk an jî Hêlîn Ûmît tê naskirin. Ev qeşmer dîsa dijî PDKê yê axivî ye, siyaseta Başûr li gorî xwe sererast dike, hinek gef kirine û qala dîroka Tirkan dike.

Hêlîn xanim wisa difikire ku hemû Kurdan bi erkdarîya xwe ya di nava PKKê de dikare gefan lê bike. kadroyên PKKê yên belengaz ên bi tirsa Qarasû û Dûran Kalkan dibêjin ezbenî Hêlîna Tirk jî heman gefan li îdareya Başûr dike. Lê bi rastî jî yên xwe Kurd dibînin û xwedî serbilindiyeke Kurdewarî ye ne, divê pêlava xwe bixin deve vê dêhlika Tirk Hêlînê de. Divê Kurdên pîçek xwedî şerefa Kurdayetîyê ji vê dêhlika Hêlîn re bibêje; sînorên xwe bizane, tevgera Barzanî pirr baş dizane ka Tirk kîne û çine. Barzanîyan berîya sed sala li hemberî nêjadê te yê Tirk li berxwe da hatin sêdaredan. Li ji Kurdan yek kesê mîna serokê te Ocalan ne got Tirka “Dayika min jî Tirk e ez dixazim xulamtî ya dewleta Tirk bikim” Ev hevok bi tena serê xwe dide xuyakirin ku hemû axaftinên Hêlîna Tirk çiqas bêwate û beredayî ne.

Vêca ev dêhla nijad Tirk Hêlîn dibêje “PDKe ne Kurd e, wek gladyoya Kurdan e, Tirkan bi kar tînin” û wiha pê de çû, “Eger PDK bi Tirkan re wiha bidomîne, dibe ku serê wan were jêkirin.” Belê Hêlînê qeşmer, ew zilamê ku hûn jê re dibêjin “Serok” ev çil sal in xizmeta dewleta Tirk dike. Ji bo ku xizmeta dewletê bike, diya xwe jî kir Tirk, li dadgehê li ber ala Tirkan sere xwe çemand û ji malbatên kuştîyên Tirkan efûyê xwest. Weke ku ev ne bes be, li Îmraliyê li kêleka tuwaletekê rûnişt û ji leşkerê Tirk lava kir û got: “Ez dixwazim bibim kêrêgirtîyê we, min ji bo berjewendî yên xwe bi şuxilînin” heke tu di xwazî bi axivî li ser serokê xwe yê parsek û îtirafçi bi axive.

Ev qeşmera ku weke endama Komîteya Navendî ya PKKê hatibû tayînkirin, niha li navenda PKKê ya li nêzî Silêmaniyê di mîne û direwe. Tiştê ku Dûran Kalkan û Mistafa Qarasu dixwazin bibêjin ew dibêje. Normale, Hêlîn Tirk ne xwediyê taybetmendîya ne ku ji bo Kurd û ne jî ji Tirkan re bibe şêwirmendê, yekî qeşmer û cahile. Heger tu wî berdî nava bajêrekê, ew ê ji birsa bimire. Taybetmendiya wî tenê ew e ku di sala 1998 an de ji aliyê Ocalan ve hatiye pejirandin. Piştî ku ev keça Tirk a bejinbilind û por zer ji aliyê Ocalan ve hat ecibandin, ew şandin Ewropayê ji bo televizyona PKKê. Vê Hêlîna Tirk ku di jiyana xwe de gund û bajarekî Kurdan nedîtiye, êş û azrên dayikên Kurda neketiye, heyanî tevlî PKKê bûyî jî navê Kurdistanê nebihîstî bû îca rabû ye eqil dide Kurdan. Ev yek ji bo me Kurdan şermizarî ye.

Mesele ne Biratiya Gelan e. Hêlîn Tirk wek mufetîş ji bo Kurdan erkdar kirin di esasê xwe de prototîpa siyaseta PKKê ya ku Kurdan dike xulamê Tirkan e. Kurd ji bo Partiya DEM ê dimirin, tên girtin û jina Kemalîst a bi navê Tûlay Hatîmogulları dibe hevseroka partiyê. Siyaseta Kurd weke hemal û xulam dîtin tiştek wiha ye. Mijara bikaranîna Kurdan wek dergevan û Tirkan jî wek axayê Kurdan dîtin ne siyaseteke demkî ye. Ocalan li Îmraliyê çi got: “Tirk qurmê mezin ê darê ne û Kurd çiqlên wê ne. Carinan ji bo ku qurmê dara mezin bibe, divê çiqil were birîn.” Belê, ev fikra Ocalan Kurdan dike qurbanê nasnameya Tirkbûnê. ji sala 1999 an û vir ve ev polîtîka berdewam dike. Ev jî Ocalan e, ku dixwaze Kurdan li Başûr bike xizmetkarê Iraqê û li Rojhilat jî bike xulamê Îranê. Ocalan ê ku di kêliya ku hat girtin de bû îtîrafkar, Qarasû yê ku di jiyana xwe de hînî yek peyvek Kurdî nebûye, şîretan li Kurdan dike. Kurd divê xwe ji vî barê Kemalîst û dijminan rizgar bike.

Ji bo Kurdan şopa hespan bi şopa kûçikan têkel bûye. heta ku sîxuriya Ocalan a ku di salên 1970 yî de dest pê kir û taşeronkirina wî di sala 1999 an de, heta ku têkiliyên tarî yên PKKê eşkere nebe PKKe çawa bûye darkê şivanî di destên hêzên kolonyal ên herêmê de, Başûrê Kurdistanê nikare ronahîya rojê bibine.

Belê, qeşmer Hêlîn dîsa axivî, lê yê vê dêhlê diden axivtin esil sûçdarin.

Pustên heman beş