DAIŞê 11 Şervanên HSDê kuştin û birîndar kirin

HSD-Deazor-info

HSDê diyar kir ku li bajarokê El Şihêlê yê Dêrezorê di 2 êrişên cuda de 4 şervanên wan canê xwe ji dest daye û 7 şervanên wan jî birîndar bûne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku DAIŞê li bajarokê El Şihêlê yê Dêrezorê bi otomobîleke bombebarkirî êrişî xaleka wan a leşkerî kiriye.

Her wiha got: Xwekujê ku otomobîl diajot, nêzîkî deriyê sereke yê xala me ya leşkerî bû û xwest derbasî hundirê xala serbazî bibe. Lê şervanên me rûbirûyê wî bûn û wan nehişt ku derbasî hundir bibe. Ji ber wê jî terorîst neçar ma ku otomobîla xwe li ber derî biteqîne.

Li gorî daxuyanya hesedê 3 şervanên wan şehîd bûn û 7 şervan jî birîndar bûn.

Di berdewamiya daxuyaniyê de jî HSDê eşkere kir ku di dema ku şervanên wan birîndarên xala leşkerî derman dikirin û cenazeyên şervanan radikirin de milîsên nêzîkî Hikûmeta Sûriyeyê êrişî wan kirine.

Li gorî daxuyaniya HSDê şervanekî wan jî ji ber êrişa milîsên Hikûmeta Sûriyeyê canê xwe ji dest daye.

Pustên heman beş