PYD’e-PKK’e û AKP pirr dişibhin hev

PYD’e-PKK’e û AKP pirr dişibhin hev

Simko Ebdulezîz

Wekheviyên pirr zêde di nêvbera desthilata Tirkiyê ya ku ji aliyê AKP ê ve tê birêvebirin û desthilata Rojava Kurdistanê ku ji aliyê PYD’ê-PKK’ê ve tê birêvebirin hene, AKP ê bi partiyeke girêdayî pirensîpên îslamî xwe daye nasandin, PYD’e-PKK’ê jî kar bi metoda sosyalîzmê dikin.

Ger mirov bi awayekî bê alî li her du partiyan binere, wê mêze bikî kar û kiryarên wan li hember partî û kesên weke wan nafikirin pirr dişibhin hev, tevî ku her du alî bangeşeya demokrasiyê dikin jî, lê bi pratîkî herduyan bawerî bi demokrasiyê tuneye, belku herduyan bawerî bi pergala tek partiyê û diktatoriyetê hene ji boy birêvebirina desthilatê, mînakên ku tê de diyar dibin ev partî pirr dişibhin hev pirr zêdene, ezê li vir basî hin ji wan mînakan bikim:

1- AKP ê bawerî bi yekparçebûna Tirkiyê heye, PYD’ê-PKK’ê jî bawerî bi yekparçebûna Sûriyê û Tirkiyeyê heye.

2- Her du partiyan bawerî bi wê yekê heye ku ti pirsgirêka bi navê pirsgirêka kurdan tuneye.

3- AKP e dibêje em xebatê ji bona bihêzkirina demokrasiya komara Tirkiyê dikin, PYD’e-PKK’e jî li Rojava dibêje em ji bona demokratîk kirina Sûriyeyê dixebitin, ya dibe cîhê pêkenokê ev ku herduyan jî bawerî bi demokrasiyê tuneye.

4- Herdu partî rojane kes û partiyên weke wan nafikirin û weke wan tev nagerin qepat û desteser  dikin, li Tirkiyê zindan ji çalakvan û siyasiyên kurd tije bûne, li Rojava jî zindanên PYD’ê ji çalakvan û siyasiyên kurd yên welatparêz tijî bûne, tev jî ew in yên ku weke wan nafikirin.

5- Baregehên partiyên muxalf li her du cihan tên kavilkirin û şewitandin, di 23-24/4/2024an de nivêsîngehên PDKSê li Rojava hatin şewitandin û kavilkirin, ev ne cara yekemîn bû ku PYD’ê-PKK’ê ev yek encamdayî, pêş niha jî çendîn caran karên bi vî awa encam dane, her kes dizane ev kar ji aliyê PKK’ê ve tên encamdayîn lê belê rêveberiya xweser dibêje em nizanin kî bi van karan radibe, di rojên 7-8/5/2024an de êrîşên çekdarî li dijî avahiya Dem partiyê ya li navçeya Bêrecûkê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê pêk hatin, her bi heman awa li virr jî AKP e bi van karên dûr ji demokrasiyê radibe, lê desthilata Tirkiyê dibêje em nizanin kî bi van êrişan radibe.

6- Ala Kurdistanê di bin sêbera her du desthilatan de qedexeye û her kesekî ala rengîn bilind bike wê bi tundî were sizadan.

Yên me li jor bas kirîn hin mînakên pirr hindikin ji wan mînakên hevbeş yên di nêvbera van du aliyan de heyî, di rastiyê de ev du partî bi awayekî dişibhin hev ku mirov dikare bi rehetî bibêje, “ev du partî ruhekin di du cesteyan de”.

Pustên heman beş