Desteya Tehrîr El-Şamê bajaran dorpêç dike û êrîşî xwepêşanan dike

Desteya Tehrîr El-Şamê bajaran dorpêç dike û êrîşî xwepêşanan dike

Di xwepêşandanên li Idlibê yên li hember Desteya Tehrîr El-Şamê (Nusreya berê) de, alozî derket û çend çalakvan hatin girtin û birîndarkirin.

Li gorî medyaya erebî, li Idlibê di xwepêşandanên li dijî Desteya Tehrîr El-Şamê de, şer û alozî derketin û çekdaran hejmarek kes û çalakvan girtin û hejmarek jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov (SOHR) ragihand, piştî dijwarbûna şer û aloziyan, çekdarên Tehrîr El-Şamê rêbendên nû li derdora Idlibê danîn û bi dehan çekdar li ser van rêbendan bicih kirin û rêyên ku diçin Idlibê jî girtin.

Li Idlibê bi mehan e xwepêşandan li dijî kiryar û binpêkirinên çekdarên Tehrîr El-Şamê û serkirdeyê wê Ebû Mihemed El-Colanî berdewam in û xelkê Idlibê daxwaza jinavbirina wê girûpê dikin.

Ji 25ê Sibata 2024an ve, li bajarê Idlibê û bajarokên Mierat Misrîn, Binîş, Hezano, Kefir Losîn, Dêr Hesen, Erîha, Cisir El-Şixûr û hejmarek ji kampên koçberan li gundewarê Idlibê, ligel bajarokên Etareb û Darat Izzê li gundewarê rojavayê Helebê, xwenîşandan li dijî zordestiya Desteya Tehrîr El-Şamê berdewam in.

Xwenîşander daxwaza çend prensîpan dikin, di nav wan de pêkanîna reformên rasteqîn, azadkirina girtiyên ku tawan nekirine, hilweşandina El-Colanî, hilweşandina Dezgeha Ewlekariya Giştî bi şêweyê wê yê niha û vekirina eniyên şer bi rejîmê re, ji bo vegerandina bajar û bajarokan ji destê rêjîmê.

Pustên heman beş