Li Mûşê du otomobîlan li hevdan: 3 kesan canê xwe ji dest dan, 5 kes birîndar bûn

Li Mûşê du otomobîlan li hevdan: 3 kesan canê xwe ji dest dan, 5 kes birîndar bûn

Li Mûş a Bakurê Kurdistanê di encama li hevdana du otomobîlan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 kesên din jî birîndar bûn.

Di rêya navbera Mûş û Bedlîsê de otomobîla ajokarê Alî Riza Akpolat û otomobîla ajokarê wê Şemdîn Tulgar li xaçerêya Vartînîsê li hevdan.

Li ser agahdariyê tîmên cendirme, tîmên agirkuj û tîmên 112 yên tenduristiyê geheştin cîhê bûyerê.

Di bûyerê de Alî Riza, Ferîde Ebrar, Yagmur û Mehmet Huseyîn Akpolan û Şemdîn, Samet û Selcan Tulgar û pitikekî ku navê wê nehate zanîn birîndar bûn.

Hat ragehandin birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ji nexwaşxaneyên Mûş û Bedlîsê re hatin veguhestin û di bûyerê de Şemdîn, Samet û Selcan Tulgar li gel hemû hewldanan nehatin rizgarkirin û jiyana xwe ji dest dan û birîndarên din jî di bin çavdêriya bijîşkî de ne.

Pustên heman beş