Xayin ji bo xiyaneta xwe veşêrin qehremana tawanbar dikin

Xayin ji bo xiyaneta xwe veşêrin qehremana tawanbar dikin

PKK çiqas ji ya xwe dikeve ewqasî har dibe û bi hemû dezgehên xwe yên medyayê ji bo ku sedemekî ji têkçûna xwe re bibîne êrîşê PDK’ê û Barzaniyan dike.

Wek gelek cara, cardin di malpera Lêkolînê de nivîsek bi navê Ferhat Şahin hatiye nivîsandin û bi kîn û nefret êrîşê PDK û Barzaniya dike. Gelek cara li ser dezenfarmasyon û derewên medyaya PKKê hatiye nivîsandin û herwiha li ba wan ehlaqe kî sinordan tuneye ku, bê şerm û bi hezaran bêbextî helwesta xwe ya di xizmeta dijminên Kurdistanê de berdewam dikin.

Ferhat Şahin di nivîsa ku di Lêkolînê de hatiye weşandin de dibêje: “ Tê dîtin ku dema Erdogan gihîşt Enqereyê, hêzên PDK’ê bi awayekî defakto li dijî PKK’ê helwesteke şer nîşan dan. Bi artêşa Tirk a dagirker re, ku hêzên xwe ber bi herêmên Garê, Metîna û Xakurkê ve diguherîne birin û hewl dide derbasbûna rê li  gerila bigire, dem bi dem bi gerîlayên Azadiya Kurdistanê re jî têne himberhev.“

Ev derew eve demekiye tê kirin. Ji xwe deverên ku ew behsê dikin li başûrê Kurdistanê ne û dewleta Tirk bi sedema PKK’ê hatiye herêmê û Dewlet û PKK bi hevre di nava hemahengiyekî de hewldidin hêza Pêşmergeyan li herêmê kêm bikin. PKK li bakurê Kurdistanê bostek ax azad nekiriye. Li Başûr bi cih bûne û li dijî dewletbûna Kurdan tevdigerin û wek hêzeka Artêşa Iraqê di nava çalakiya de ye. Yên ketîn pêşîya dewleta Tirk û ew anîn başûrê Kurdistanê PKK bi xwe ye.

Ji aliyek din ve daliqandina Ala Tirkiye ya kelha Hewlêr ve rexne dikin û dibêje ku “em vê ji bîr nakin“. Gerek baş bê zanîn ku, her dewletek prosudureka wan heye ku bi awayî pêşwaziya serokkomarekî bikin. Li Fransa gelek cara Birca Eyfel bi alaya hinek welatan hatiye ronîkirin û xemilandin. Li Dubaî heman tişt tê kirin, li Kurdistanê jî dema serokkomarek serdanê dike ala wan reng dide Kelha Hewlêr. Ji berî niha jî serokkomarê Fransayê û Papa wek serokkomarê Vatikan serdana Kurdistanê kirine û ala wan jî reng daye Kelha Hewlêr.

Ji bilî vê kî behsa ala bike bila PKK behsê neke. Hemû rayadarên PKKê Ala Tirkan wek nirxekî xwe yê hevbeş dibînin. Ji rêberê wan Ocalan bi xwe bi vê Alê iftixar dike. Niha ji bo xapandina xelkekî ev gotin qet nayê firotin. Ew mejî di wextê xwe de dema Ala Kurdistanê li balefirxaneya Stanbul û Enqere jî hatî bilindkirin rexneyên mezin li Erdogan kirin.

Berdewamiya nivêsê de dibêje: “ Her çend rayedarên PDK’ê bi gotina ‘li gorî protokolê’ hewl dan bertekên çêbûn ji holê rakin jî, ev wêne ji bo PDK’ê wêneyê westandin û teslîmiyetê ye. Ma ne ew xayîn-hevkarê mezin bi navê Mesûd Barzanî bû, ku digot “Em dixwazin wek Herêma Federe ya Kurdistanê bibin parêzgehek Tirkiyê”? Ma teslîmkarên din ên bi navê Mesrûr û Nêçîrvan destên Erdogan negirtin û xeta “em yên te ne, wek ku tu dixwazî ​​bi kar bîne” nekişandin? Derengiya Hakan Fîdan jî ya di hevdîtinê de ku dema Erdogan di civînê de bi kamerayan hat kişandin jî, nabêje ku Barzanî berevajî baweriya gel, ji aliyê tirkan ve ciddî nayên girtin û dê piştî ku bên lêdan. heta radeyekê tê bikaranîn?“

Vekiriye ew zihniyeta kesayetek wek serok Barzanî bi “xiyanetê“ û Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî bi teslimiyetê itham dike, ji berî her tiştekî ewilê xiyanetê bi xwe û miletê Kurd dikin. Ew ji bo xiyaneta xwe veşêrin qehremana bi xiyanetê itham dikin.

Niha ev îdiaya tê kirin bi tenê dikare bibe pêkenukekî ji bo kesayetên siyasî û Kurdistanî.Gelo PKK çi ji protokola fam dike? Heta wek vê gavê çend rayadarên PKKê bi protokol serdana deverekî kirine yan jî pêşwaziya hinekan  kirine ? Yan jî hevdîtinek kirine? Ew tenê protokola sîxûriyê têdigihin û hevdîtinên wan bi tenê dezgehên îstixbaratên welatan re û dewleta Kûr re hene.  Ji aliyek din bi wijdan ,gelo kesek ditiye ku li derekî Mesud Barzanî wek di nivîsê de tê îdiakirin gotiye : “Em dixwazin wek Herêma Federe ya Kurdistanê bibin parêzgehek Tirkiyê”… Derwa bikin bi libas.

Gelek ithamên bê ehlqî kirine, lê rastî dema mirov hewldide bersiva van pîsekan jî dide ji xwe fedî dike.

Lê xalek heye ku divê taybetî medya başûrê Kurdistanê vê yekê bibîne. Dewsa propagandeya Demirtaş û Turk bikin, bila rastiya xwe bibînin behsa wan tohmetên PKKê bikin û bi awayekî bersiva wan bidin. Ne hema bibezin ber lingê kesayetên DEMê û fikrofone dirêjî ber devê wan bikin. PKK wacibê xwe dike, erka wan ewe ku rê li dewletbûna Kurda bigrin û nirxên Kurda yên netewî ji holê rakin û bidin ji bîr kitin. Ji bo vê jî êrîşê PDKê û Barzaniyan dikin.Lê Kurdên din tevî medya xwe çi dikin? Ev pirseke ku gerek hinek bi wijdana xwe de bersiva wan bidin.

Bila kesek di derbarê PKKê de xwe nexapîne, PKK tehdîta herî mezine li ser destkeftiyên başûrê Kurdistanê.

PKKê li bakur civata Kurd tehrîb kiriye û hewldide wan dewleta Tirk re û Kemalistanre entegre bike.

PKK li rojavayê Kurdistanê demografiya welat guhert û Ereb kirine piranî..

PKK li rojhilatê Kurdistanê sixûriya rejima Îranê dike.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş