Zanyariyên nû derbarê ketina helîkoptera Serokê Îranê

Zanyariyên nû derbarê ketina helîkoptera Serokê Îranê

Li dû zanyarên tilevizyona fermî ya Îranê, helîkoptera Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî tûşî rûdanekê bûye.

Heyva Sor a Îranî di vî warî de ragehand, “Me çi zanyar li ser rewşa wê helîkopterê û rewşa swarên wê nînin”.

Weîzrê Navxwe yê Îranê ragehand, “Tîmên Hawarhatinê negehiştine cihê wê rûdanê”.

Ajansa Farisî ya Îranê jî ji aliyê xwe ve daxwaz ji welatiyên wî welatî dike ku lavayan ji bo Reîsî û swarên dî yên wê helîkopterê bikin.

Medyaya Îranê amajeyê dide, heta niha ew helîkopter nehatiye dîtin.

Cihê keftina wê helîkopterê gundê Oziyê yê girêdayî bajarkê Werzeqanê yê parêzgeha Azerbaycana rojhilat bû. Ew cih 65 kîlometran ji Tewrêza navenda wê parêzgehê dûr e ku cihekî çiyayî û daristaneke himbiz e.

20 Tîmên Hawarhatinê ji bo wî cihî hatine birêkirin. Ew tîm gehiştine wî cihî û geriyan û pişkinîn ji bo vedîtina wê helîkopterê berdewam in.

Heyva Sor ragehandiye, “Ji ber mij û moranê û dijwariya wî cihî, piroseya lêgeriyan û pişkinînê ji bo dîtina wê helîkopterê demeke zêde dixwaze”.

Tîmên Hawarhatinê ji bo pişkinîna wê deverê feydeyî ji dronên çavdêriyê werdigirin.

Li dû raportan, helîkoptera Serokê Îranê li nav daristana Dîzmarê di navbera her du gundên Ozî û Pîr Dawidê de keftiye xwarê.

Reîsî serdana parêzgeha Azerbaycana rojhilata Îranê kiriye, tilevizyona dewleta Îranê ragehandiye, “Ew rûdan li devereke nêzî bajarê Cufayê li sinorê Azerbaycanê û nêzî 600 kîlometran (375 Mîlan) li Bakurê rojavayê Tehrana paytexta Îranê rû daye”.

Ajansa Nûçeyan a dewleta Îranê IRNA ragehand, “Wezîrê Derve yê ÎRanê Hisên Emîr Ebdulahiyan û Parêzgerê Parêzgeha Azerbaycana Rojhilatê Îranê û berpirsên hevalên Reîsî di wê helîkopterê de bûn, yek ji berpirsên hikûmeta navxwe peyva “keftine xwarê” ji bo wesfkirina wê rûdanê bi kar aniye lê ji bo rojnameyeke Îranî itîraf kiriye ku hêşta ew negehiştiye cihê wê rûdanê”.

Tilevizyona dewletê dibêje, “Tîmên rizgarkirinê bizav kiriye ku bigehin wî cihî lê ji ber xirabiya keş û hewayê rê nebû ku bigehin cihê wê rûdanê”.

Îran helîkopterên cuda cuda li welatê xwe bi kar tîne lê sizayên navdewletî rê nedaye ku parçeyên wan bigehin Îranê, ew balafira serbazî vedigere berî şoreşa Îsalmî ya Îranê ya sala 1979ê.

Pustên heman beş