MEHR: Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û şandeya pê re canê xwe ji dest dane

MEHR: Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û şandeya pê re canê xwe ji dest dane

Ajansa “MEHR” a Îranê ragihand, hemû kesên di helîkoptera Serokomarê Îranê de bûn, canê xwe jidest dane.

Ajansa nûçeyan a “MEHR” îro 20ê Gulana 2024an ragihand, helîkoptera Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî piştî zêdetirî 18 demjimêran ji lêgerînê, li herêmeke çiyayî ya bakurê rojavayê Îranê şikestî hat dîtin.

Li gorî wê ajansê, Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve Husên Emîr Ebdullahiyan, Îmamê Îniyê yê Tewrîzê Mihemed Elî Haşim, Parêzgarê Azerbaycana Rojhilat Malik Rehmetî û tîma helîkopterê canê xwe jidest dan. Lê hikûmeta Îranê ev nûçe piştrast nekiriye.

Helîkoptera ku Serokkomarê Îranê, Wezîrê Derve û 2 rayedarên din payebilind ên Îranê tê de bûn, duh piştî nîvro li herêmeke çiyayî ya li bakurê parêzgeha Azerbaycana Rojhilat ketibû xwarê.

Îbrahîm Raîsî piştî hevdîtina bi Serokkomarê Azerbaycanê li xala sifir a sînorî ya her du welatan û vekirina bendavekê, bi helîkopterê ber bi bajarê Tewrîzê, navenda parêzgeha Azerbaycana Rojhilat ve birê ket. Şanda pê re di sê helîkopteran de bû, ji wan her sê helîkopteran jî, helîkoptera ku Serokkomarê Îranê tê de bû ket xwarê.

Nûçeya ketina helîkopterê duhî demjimêr 16:00ê hat ragihandin û tîmên rizgarkirinê ber bi cihê bûyerê ketin rê dest bi lêgerînê kirin.

Pustên heman beş