PKK’e ji boy kê daxuyaniyan dide?

PKK’e ji boy kê daxuyaniyan dide?

Azad Hacî Mehmûd

PKK’e bi wê fikrê dijî ku rêbertiya gelê kurd dike û gelê kurd li benda daxuyaniyên wêye, ji xwe napirse gelo dibe kî li benda daxuyaniya min be? Ji ber ku li çend geliyên herêma Kurdistanê komareke xeyalî ragihandiye. Di vê komarê de ku biryarder û cemawer ew bi xwe ne, bi desthilateke tund van gelî û dolan birêve dibe, her sal hejmareke herî zêde ya zarokên kurd, li navçe û herêmên cuda cuda ber bi komara xwe ya xeyalî direvînin, li wir dikujin û ji malbatên wan re dibêjin di şer de hatine kuştin.

Bi dirêjahiya 30 salên raborî, PKK’e li dijî herêma Kurdistanê û serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK’ê) daxuyaniya belav dike û bi wê yekê tohmetbar dike ku bi Tirkiyê re li hev kirine. Di daxuyaniya xweya dawî de dîsa vê yekê dubare dike, lê ger hûn rêveberên PKK’ê yên ku di xeyalên xwe de dijîn li aliyekê danin, şêniyên komarên wê yên xeyalî jî fêm dikin, ji bilî kesên ku bi zorê anîne û koleyên wan du sê komarên di dolên Kurdistanê de ragihandî û kesên li gor axaftina “Dijminê dijminê min, dostê mine” tev digerin ti kesek din bi daxuyaniyên PKK’ê bawer nake, û kesek din nikare guhdariya van daxuyaniya bike.

Niha divê bipirsîn, çima PKK’e li Herêma Kurdistanê ye, bi çi heq bas li Herêma Kurdistanê dike û destwerdanê di karûbarên wê de dike? Ji boy bersiva vê pirsê, her kesek pirtûka Dîroka PKK’ê a Cemîl Bayik bixwîne, wê bersiv bi dest bikeve, ew pirtûk ji te re dibêje, çima xelkê dikujin û leşkerê Tirkiyê kaşî Herêma Kurdistanê dikin.

 PKK’e wisa difikire ku ev çend gotinên ku ev zêdetirî 30 salin dibêje agahiyên nû ne, lê ew qespên ku rêveberên PKK’ê dixwen berkên wan di bêrîka gelê kurd de ne. PKK’e têkiliyên dîplomatîkên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de wek karekî sîxuriyê dibîne û êrişî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK’ê) dike, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ajandeya xwe heye û li gor wê jî dostayetî û têkiliyên bi cîranan re xaleke giringe, ku divê kar li ser were kirin, ji ber ku hikûmet aramiya welat û asayîşa gel bi erkê xwe dibîne, PKK’e jî tê kar li ser têkbirina wê aramiyê dike.

Di van rojan de kareke medyayî ya rojnameya Xebat, hat manîpulekirin û pirr kar li ser vê manîpulekirinê hat kirin, dawî car jî PKK’ê daxuyanî da û got: “ew mijara ku rojnameya Xebat bas kirî, sîxurîye”, pirs eve, çima PKK’e dibêje nivîsa xebatê? Di esla xwe de yek peyv jî ya vê rojnameyê nîne, belku axaftinên “‘Ebdulkerîm Weysî” fermandarê berê yê PKK’ê ne.

Ew fermandeyê berê yê PKK’ê li Qendîlê, piştî têgihîştina siyaseta şaş a PKK’ê, dest ji refên wê partiyê berday, di hevpeyvînekê de bi Bas Newsê re ku piştre ji aliyê rojmaneya Xebat ve hat wergirtin û belavkirin, dibêje: PKK’e bi xiyaneta derve û alîkariya dijminên kurd û Kurdistanê, êrîşî ser herêma Kurdistanê dike, dema me fêm kirî ev xiyanetê dikin, em jê qut bûn, lê ti qutbûnek, heyanî niha jî PKK’e bi rêya hêzeke sîxurî li pey wan kesane yên ku jê qut bûn û dixwaze wan teror bike, ji ber ku nihêniyên PKK’ê pirrin, PKK’e bi xwe sedeme ku Tirkiye tê nava xaka herêma Kurdistanê.”

PKK’e ku daxuyaniya dide, çima vê yekê vedişêre, fermandarekî wê yê berê van tiştan dibêje. Armanca PKK’ê ewe ku naveroka mijarê veşêre, û tiştekî din berçav bike, ev jî bi tenê ji boy çêkirina ajawegêriyê ye.

Pustên heman beş