Xamineyî dema hilbijartinên nû yên serokomariya Îranê eşkere kir

Xamineyî dema hilbijartinên nû yên serokomariya Îranê eşkere kir

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê 5 roj şîna giştî ragihand û dema hilbijartinên nû yên serokomariyê jî eşkere kir.

Rêberê Komara Îslamî Elî Xamineyî ji ber koça dawî ya Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve Husên Emir Ebdullahiyan û kesên pê re di bûyera ketina helîkopterê de, sersaxî xwest.

Herwiha Rêberê Komara Îslamî Elî Xamineyî, li seranserî wî welatî 5 roj şîna giştî ragihand.

Xamineyî amaje bi wê jî kir: Li gorî madeya 131 a destûrê, Cîgirê Yekem ê Serokomar Mihemed Moxbir dê desthilata cîbicîkar birêve bibe. Di vî warî de divê di nava 50 rojên bê de, kar ji bo lidarxistina hilbijartinên serokomarê nû bê kirin.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Encûmena Parastina Destûrê Hadî Tehan ji rojnamevanan re ragehand, Cîgirê Yekem ê Serokkomar Mihemed Moxbir, piştî erêkirina Elî Xamineyî, postê serokkomar wergirt, heta ku serokekî nû tê hilbijartin.

Mihemed Moxbir kî ye?

Mihemed Moxbir, 68 salî ye, xwediyê du doktorayên di yasaya navdewletî û rêvebirinê de ye.

Wî serokatiya Komîteya Cîbicîkirina Fermana Îmam Xumeynî kiriye, ku saziyeke hikûmetê ye û taybet bi karên xêrxwaziyê ye. Di heman demê de Rêveberê Cibicîkar û Cîgirê Serokê Kompanyaya Pêwendiyên Xozistanê bû.

Di sala 2010an de, Yekîtiya Ewropayê ji ber bernameya Îranê ya mûşekî, navê wî xistibû lîsteya cezayan.

Di Çileya 2021ê de, ketibû lîsteya cezayên Xezîneya Amerîkayê.

Di Tebaxa 2021ê de, Serokkomar Îbrahîm Rêîsî, ew wek Cîgirê Yekem ê Serokomar destnîşan kir.

Destûra Îranê:

Li gorî madeya 113 ya destûra a Îranê, Serokkomar piştî posta Rêberê Bilind, wek berpirsê herî bilind ê welêt tê.

Her di xala 113’an de jî tê gotin ku Serokkomar ji ber pêkanîna destûrê berpirsyar e û serokatiya desteya cibicîkar dike.

Herwiha di madeya 131 a destûrê de hatiye, di egera mirin, nebûna yan nexweşiya Serokkomarê Îranê de, Cîgirê Yekem ê Serokkomar bi erk û berpirsyariyên Serokkomar radibe.

Her di xala 131 a destûrê de jî tê gotin ku ji bo pêkanîna rêkarên hilbijartina serokkomarê nû, di nava 50 rojî de komîteyek bê avakirin.

Pustên heman beş