Ew jî Kurd derket

Ew jî Kurd derket

Serdar Ortaç: Dayîka min me hînî Kurdî dikir, em ne diaxivîn

Piraniya stranbêjên ku îro li Tirkiyê navdar in Kurd in. Ji ber berjewendî û tirsa ku wê dewleta Tirk wan rencîde bike û wan bavêje derveyî civaka Tirk, esil û koka xwe înkar dikin û dixwazin xwe di bin perda Tirkayetiyê de veşêrin.

Heta niha herkesî dizanîbû ku stranbêj Serdar Ortaç Tirk e. Ortacê ku bi dirûv û şemalê xwe dişibe Moxolan, eşkere kir ku ji Ruhayê ye û dayika wî Kurd e.

Stranbêj Serdar Ortaç, di bernameyek YouTube de, gava di sala 1999an û di merasîma xelatdayînê de dema hewl da ku Ahmet Kaya lînç bike, carek din axivî.

Serdar Ortaç ê ku berî niha ji ber serpêhatiyên ku Ahmet Kaya tê re derbas bû lêborîn xwestibû got: “Dema ku ez vegerim wê salê, ez dixwazim xwe parçe bikim. Di wan salan de we nikarîbû bi Kurdî biaxiviya. Wî dizanîbû ku ewê bê girtin, lê ew wêrek bû”.

Ortaç, anî zimên ku dayika wî ji Ruhayê û Kurdewar e û got: “Di sala 1970î de me nikarîbû bi Kurdî silav bikira, dayika min a Ruhayî Kurdî hînî me kir û lê en neaxivîn”.

Pustên heman beş