Hemî rêyên sereke yên Hesekeyê îro tên vekirin

Hemî rêyên sereke yên Hesekeyê îro tên vekirin

Hemî rêyên sereke yên parêzgeha Hesekeyê ji nû ve hatine vekirin û bi biryara parêzgarê parêzgehê, geştên asmanî yên di navbera Heseke û Şamê de tên normalkirin, lê biryara vekirina rêyên sereke li Qamişloyê hîn jî nehatiye bicîhanîn.

Bi biryara Parêzgarê Hesekeyê Nûredîn Îsa, roja (Yekşem, 22ê Sibata 2026ê) hemî ew rêyên ku ber bi bajarê Hesekeyê ve diçin dê li ber rêwiyan bên vekirin.

Parêzgarê Hesekeyê herwesa got ku, ev pêngav piştî wê yekê tê ku aliyên peywendîdar hemî rêkarên pêdivî ji bo misogerkirina ewlehiya civakî bidawî anîne.

Nûredîn Îsa tekez jî kir ku, plan hene ku geştên asmanî yên di navbera Heseke û Şamê de bên destpêkirin. Armanca vê biryarê çalakkirin û xurtkirina têkiliyên civakî di navbera welatiyên deverên cuda cuda de û hêsankariyên ji bo veguhestina kelûpel û pêdivîtiyên bazirganî û mirovî ji bo nav parêzgehên ye.