Di êrîşa çeteyên Şamê ya ser Rojava de bi giştî 1200 Kurd şehîd ketin

Di êrîşa çeteyên Şamê ya ser Rojava de, herî kêm 1200 Kurd hatin şehîd kirin, bi sedan hezar jî koçber bûn.
Li gorî amarên navendên lekolînê li Rojavayê Kurdistanê, di êrîşa çeteyên Şamê ya ser Rojava de, ku li 6î Çileyê dest pê kirbûn, herî kêm 1200 Kurd hatine şehîd kirin, bi hezaran hatine revandin û bi sedan hezar jî koçber bûn.
Komên hikûmeta demkî ya Sûryeyê di 6ê Çileyê de êrişî taxên Kurdan yên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê kirbû. Piştî çend rojan heman hêzan êrîşî bajarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê kirbûn.
Çeteyan ne tenê êrîşî HSDê û Şervanan kir, lê jin û zarok jî di nav de êrşî welatiyan jî kirbû.
Hat ragehandin ku heta niha herî kêm 1.200 Kes hatine qetilkirin ku piraniya wan jin û zarokin.