Cumayê zirçepoz bi êrîşa li ser PDK’ê û Barzaniyan dixwaze xîyaneta xwe, rêber û partiya xwe veşêre

Cumayê zirçepoz bi êrîşa li ser PDK’ê û Barzaniyan dixwaze xîyaneta xwe, rêber û partiya xwe veşêre

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê Cemîl Bayik ji ajansa PKK’ê ya bi navê ANF rê axivî û careke din bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Barzaniyan ve verişiya û xwest bi axaftinên xwe yên genî û gemar xîyaneta xwe û rêber û partiya xwe veşêre û wisa bi gelê kurd bide fêmkirin ku ew kurdîtiyê û yên li dijî wan tev caşayetiyê dikin.

Di daxuyaniya xwe de bêy ku şerm û fedî bike, bêy ku hinekê hûrmeta pora xwe ya spî bigre, weke kesekî ku gel bi nefam bizane û haya gel ji ti tiştekî tuneye axivî û weke dilê wî dixwast peyv dane pal hev û xwest bi hêza peyva xîyaneta xwe ya li kurd û Kurdistanê bide pal PDK’ê û Barzaniyan.

Cemîl Bayik pirr bi rû qayimî got, “Barzanî bi dewleta Tirkiyeyê re dixwaze statuya Başûr ji holê rake. Yê ku statuyê diparêze PKK’eye. PKK ji bo vê qurbaniyan dide. Ne tenê ji bo Başûr, ji bo tevahiya Iraqê gelek qurban da, têkoşiya.” bi tenê ev axaftina Bayik bese ku mirov medenê wî nas bike û bizanibe ev cehşê kurd kirêgirtiyê dewletên kolonyalîst e û ti eleqeya wî bi kurdîtiyê re tuneye, ji ber ku axaftina wî tê wê wateyê ku PKK’ê statuya herêma Kurdistanê ava kiriye û Tirkiye bi tenê dagirkere, “Sûriye, Îraq û Îran” ne dagirkerin û ti caran zûlm li kurdan nekiriye û her yek ji wan parçeyek ji xaka pîroz ji xwe re nebiriye. Bayik ji bîr kiriye ku Kurdistan çar perçeye û di her perçeyekê de dagirkerek hukim dike, ji bilî take perçeya azad ku bi xwîna hezaran pêşmergeyan hatiye avakirin.

Bayik wisa di axive her wek tenê Tirkiye dagirker be û dibêje, “me ji bona Îraqê qurbanî da”, gelo ma Îraq jî ne dagirkere? Ma ne Îraq bû 188 hezar kurd enfal kirîn, ne her ev Îraq e bû 5 hezar gundên Başûr kavil kirin, ne ev Îraq e bû 12 hezar kurdên Feylî û 8 hezar Barzanî qetilam kirin? Gelo ma ne her ev Îraqa ku Cemîl Bayik û partiya wî xizmetê jê re dikin û ciwanên kurd jê re dikin qurbanî bû ku bûye sedem bi melyonan kurd koç bikin? Niha jî bi rêyên aborî dixwaze kurdan girêdayî xwe bike û şûnasa wan ya netewî jê bistîne? Lê ji Cemîl Bayikê ku carna dibêje “bi saya serê PKK’ê ye ku Sûriye li ser linga ma”, her ev tê çaverêkirin.

Bayik di dirêjahiya axaftina xwe de dibêje, “niha li Başûr gel birçîye, birçîbûn zêde dibe. Lê belê mala Barzanî jî her ku diçe dewlemend dibe. Ji ber ku li holê hikumetek nîne, desthilatdariyek nîne, bi temamî desthilatdariya Barzanîye. Dilê xwe kêfa xwe çi dixwaze we dikin. Li holê ne qanûn, hiqûq, edalet nîne. Dilê xwe çi dixwaze wê dikin, pêk tînin. Ji bo çi dibêjin bila hilbijartin taloq bibin. Eger raste vana ji bo kurdîtiyê têkoşînê dikin, ji bo gelê Başûr têkoşînê dikin, eger Demokratin, azadîxwazin wê demê çima taloq dikin, ji çi ditirsin? Diyare tirsa xwe hene. Tiştê veşartî hene.” li virr em ji Cemîl Bayik re dibêjin gelê Başûr çiqas birçî be jî nagihe gelê Rojava ku di bin desthilatdariya te û partiya te de niha di dijwartirîn rewş de jiyan dikin, pirsgirêkên aborî yên li başûrê welat heyî yek jê bi sedema hevalbendên we yên li Bexdayê û sedemek din jî hûn bi xwe ne, ji aliyekê hevalbendên we dûrpêça aborî xistiye ser fermanberên Kurdistanê û mûçe û bûdceyê ku mafê gelê Başûre qut kirine, ji aliyekî din jî we şerê xwe yê sexte yê bi Tirkiye re aniye di nava axa Başûr de û hûn rê nadin şêniyên li gundên sînorî jiyan dikin bi rêya çandinî, heywandarî û geşt û guzarê debara jiyana xwe bikin, belê hûn û hevalbendên we sedemên sereke ne ji boy rewşa gelê Başûr.

Belê bi rastî jî PDK’e û Barzanî ji boy kurdîtiyê dixwan “hilbijartin taloq” bibin, ji ber ku PDK’e baş dizane hûn û hevalbendên we çi dixwazin û haya PDK’ê jê heye ku hevalbendên we pêş wext her tişt hazir kiriye û dixwazin çi bikin, tirsa PDK’ê bi tenê statuya fermî ya herêma Kurdistanê ye ne ti tiştekî din, sedema ku hûn û hevalbendên xwe bi yek awa êrîşî PDK’ê û Barzaniyan dikin bi tenê yek tişte ew jî eve ku, hûn dizanin kevneşopiya siyasî ya Barzan ya bi navê rêbaza Barzanî tê naskirin, bi rastî jî binyatê Başûrê Kurdistanê ye. Bizava siyasî ya Barzanî sîstemeke ku ne tenê di navbera eşîrên xwe de, lê bi hemû nasnameyên civaka Kurdistanê re, tifaq û çanda pêkve jiyanê ava dike. Ji ber vê hêza xwe, bi awayekî karîbû hemû hikûmetên Îraqê bîne ser masê û bû stûna sîstema desthilata Kurdistanê.  Ji ber vê afirînerîya xwe her tim dibe armanca dujminên Kurd û Kurdistanê. Her hêzek ku li Îraqê bûye desthilat, yekemcar êrişî Barzaniyan dike da ku Kurdistanê wekî ku ew dixwazin îstismar bikin, di niha de jî ne bi tenê yên li Îraqê bûyî desthilatdar belku tev dujminên kurdan êrîşî Barzaniyan dikin daku weke ew dixwazin Kurdistanê îstîsmar bikin.

Ji kerema xwe ya neyî ji me re bibêje we bi ti awa Başûr parastiye? Gelo bi rastî jî hûn xelkê bi nefam dizanin? Gelo, hûn ku heya niha nekarîne bostekê ji xaka Bakur biparêzin, wê çawa Başûr biparêzin? We tev Bakurê Kurdistanê, herêmên ku ew 30 sal bû hûn tê de desthilatdar neparastin û we teslîmî Tirkiyê kirin, dîsa hatin û tev navçeyên sînorî yên bi Bakurê Kurdistanê we teslîmî Tirkiyê kirin, hêjan bas li parastina Başûr dikin? Ey hawar hûn çend rû qayîm û bê edebin? Bes e û dev ji van derewan berdin, bes e û dev ji xîyanet û caşayetiya ji dewletên dagirker berdin, we mala kurdan xerab kir.

Tişta herî ecêb di axaftina Bayîk de ev bû dema gotî, “yê ku li azadiya rêber Apo xwedî dernakeve û li dijî dewleta Tirkiyeyê nasekine nabe welatparêz”, naaa Cemîl naaaa, welatparêzî ne ewe ku li azadiya kesekî xwedî derkevî ku bi devê xwe gotiye “Dayika min Tirk e, derfetê bi min bidin ezê xizmeta dewleta xwe bikim” yê gotî, “rê bi min bidin ez Hewlêrê tesîmî we bikim, Barzanî dixwaze dewleteke kurdî ava bike, emê bi hev re pêşî lê bigirin”, “em dewleteke kurdî naxwazin” û hwd… Nabe kesekî welatparêz li azadiya kesekî bi vî awa xwedî derkeve, daxwaza azadiyê ji kesekî bi vî awa re ne bi tenê welatparêzî nîne, belku caşatî û xîyaneta herî mezin e.

Belê, “welatparêzî li dijî dagirkeriyê, li dijî siyaseta wan, li dijî kiryarên wan, li dijî xîyanetê sekinîne” lê yê niha li Îmraliyê dijî, ne li dijî dagirkeran sekinîye, ne li dijî siyaseta wan û ne jî li dijî kiryarên wan”, xayîn û welatfiroşê herî mezin tu û Ocalan bi xwe ne, ne kesek din.

Pustên heman beş