HSD’ê zarokeke din li Dêrezorê revand

hsd-revandin-pkk-rojava-net

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) keçeke temen biçûk li gundewarê Dêra Zorê li rojhilatê Sûriyê revandin, da ku wê bi zorê tevlî refên hêzên xwe bikin.

Çavkaniyên xwecihî duh roja Çarşemê 22\5\2024 tekez kirin ku “HSD’ê keça bi navê Nûr Gedban El-Menûn a 15 salî ji bajarokê El-Izbe yê li bakurê rojhilatê Dêra Zorê revandin, da ku wê bi darê zorê tevlî refên xwe bikin.

Van çavkaniyan gotin,”HSD’ê keçek li yek ji kampên rahênanê li herêmê tomar kir.”

Tora Sûrî ya Mafên Mirov roja Şemiyê ragihand bû ku HSD zaroka bi nave Nûr Mazen Elûş a (14 salî) jî ji gundê Maizila li gundewarê bakurê parêzgeha Dêrezorê revand, bi armanca leşkerkirina wê.

tekez kir ku nêzîkî 341 zarok hîna di bin leşkeriya neçar de ne li kampên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk.

Pustên heman beş