Li Şamê di encama teqînekê de kesekî canê xwe ji dest da

Li Şamê di encama teqînekê de kesekî canê xwe ji dest da

 Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê ragihand, teqînek li devera Mezzê ya Şamê teqînek rû da û di encamê de, kesek hat kuştin.

Jêderekî ji polîsê Şamê ji ajansa “SANA” re got, bombeyeke vedayî bi otomobîlekê de teqiya û di encamê de kesek hat kuştin û ziyan gihîşt çend otomobîlên din ên sivîlan.

Taxa Mezzê Vêlat wek taxeke ewlekarî tê naskirin û serkirdeyên milîsên ser bi Îranê Îranê û serkirdeyên filistînî yên nêzîkî Îranê, lê bicih dibin.

Roja 20-01-2024an jî, artêşa Îsraîlê civîneke serkirdeyên grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê li avahiyeke taxa Mezzê kire armanc û tê de 5 kes hatin kuştin ku 4 ji wan berpirsên payebilind ên Pasdarên Îranê bûn.

Pustên heman beş