Li Mêrsînê qeza.. 10 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn

Mêrsînê qeza

Li Mêrsînê di Otorêya Tersûs-Edene-Dîlokê (TEG) de gelek wesayîtan li dû hev qeza kir. Di qezayê de herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn.

Li devera Yenîceyê ya Otorêya Tersûs-Edene-Dîlokê, wesayîtên ku di navê de otobûsa rêwiyan, kamyon û otomobîl jî hene, li hev qelibîn.

Hat ragihandin ku di qezayê de mirî û birîndar hene û gelek ambulans û polîs çûn cihê bûyerê.

Parêzgarê Mêrsînî Alî Hamza Pehlîvan jî derbarê qezaya trafîkê de daxuyanî da.

Alî Hamza Pehlîvan da zanîn ku li gorî agahiyên destpêkê 10 kesan canê xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku otobûsa ku tevlî qezayê bûye ya Amedê ye.

Pustên heman beş