Di Rêbazê de erka serok Mesûd Barzanî!!!

Kurdistan Barzanî û rêbaz

Bûbê Eser

Karê herî zor ew e ku mirov dema dest pê dike ye. Danîna asasekî gelekî zehmet e ku dema mirov bixwazî ew saxlem be. Bi wê saxlemiyê jî mirov bikaribe avahiyên nû li ser wî asasî ava bike. Aha rêbaz jî li gor vê hatiye damezrandin.

Lewra ji bona me kurdan danîna rêbazê gelekî girîng û bi wate ye. Ji ber ku asasê rêbaza pîroz ji Abdulselamê yekem destpê dike heta roja îro her berdewam e. Wê ji îro pê de jî her berdewam  be. Ji ber kesayetiyekî ji hîmên wê yên bingehîn tenê rêzdar Mesûd Barzanî li jiyanê ye. Ji ber vê ye ku niha erk û berpirsiyariyeke mezin li ser milên wî ye.

Hebûn û li jiyanêbûna serokê gelê kurd rêzdar Mesûd Barzanî bi serê xwe jî şansek û xezîneyeke ji bona me kurdan. Ji ber ku ew bi xebat û cahdên xwe yên bi salan, tê dikoşe da ku kurdan bike xwedî dewleteke serbixwe. Ango kar û xebatên wî ew e ku  barê ketiye ser milên wî bighêjine qonaxa wê. Ev jî zehmetirîn kare ku serok Mesûd Barzanî pêve rabû ye.

Em kurd bi şans in ku îro em xwedî kesayetiyekî li gor destûr û bernameya rêbazê hatiye perwerde kirinê, zîndî ye û di nava me de ye. Di nava me de ye û têdikoşe ku Kurdistaneke serbixwe ragîhîne. Ew şexsiyet ango rêzdar Mesûd Barzanî îro bi hebûna xwe ji bona hemî kurdan qawet û hêz e. Hebûna wî, îro li seran serê cîhanê garantiya kurd û Kurdistanê ye.

Ji ber ku ew berdewamiya Şêx Evdilselamê yekeme ku asasê rêbazê ji teref wî de hatibû danîn. Ew şagirtekî Mistefa Barzaniyê nemir e. Ew di dibistana şêx Ehmed û Şêx Mihemed de şagirtek bû. Her weha cenabê serok Mesûd Barzanî, ji roja bûye pêşmêrge û heta niha xwestiye û dixwaze ku weke pêşmêrgeyekî bijî. Ji ber ku di jiyana kurdan de pêşmêrgayetî qada herî bilind ya jiyanê ye. Ev mertebeyeke gelekî bilnd, berz û bi rûmet e.

Serok Mesûd Barzanî di hemî jiyana xwe ya tekoşer de, li gor rêbaza pîroz karê xwe kirî y e û dike. Her weha çend şoreş li ser destê wî pêk hatine. Şoreşên wî, cahd û xebatên wî, helwestgirtin û bi îstîqrara xwe, miletê kurd jî ew weke serok û rêbebirê xwe dinasîn. Bi vê yekê jî wî her hewl daya ku ji xet, bîr û baweriya rêbazê dernekeve. Wî bi hewlên xwe ev rêbaza pîroz pêşvebiriye. Modern kirî ye. Cenabê wî ev rêbaza pîroz li gor dem û zemên nûjen kirî y e û pêşkêşî miletê xwe, zarok û nebiyên xwe kirî ye.

Heger em bi kurtasî li dîroka rêzdar serok Mesûd Barzanî binerin, em ê bibînin ku kêm serok û serokatî weke wî li vê cîhanê peyde bûne. Ew bi hebûn, bawerî û nerînên xwe yên neteweyî, bûye serok û rêberê gelê xwe. Bûye sembol û nîşana hebûna gelê xwe. Bi gotin û helwestên xwe, bi neçemandina xwe, bûye navdarekî cîhanî. Ji ber ku piraniya mezinên cîhanê îro wî guhdarî dikin û nerînên wî yên ji bona Kurdistaneke serbixwe li ber çav digirin.

Serok Barzaniyî ji roja bûye pêşmêrge û heta niha di nava tekoşîna azadiya gelê xwe de weke pêşmêrgeyekî kar û xebat kirî ye. Bi helwest û nerînên xwe, bi bawerî û xwe ragiriya xwe, bi sebir û tehamula xwe, tim ji bona azadiya gelê xwe, bê ku tawîzekê bide dagirker û dijminê kurdan, kar û xebat kirî ye û dike.

Di nava kar û xebatên xwe de, cenabê wî qet rojekê xwe neçemandiye. Her serî wî bilind û ji bona berjewendiya gelê xwe çi pêwîst bûye ew kirî ye. Ew xwedî soz û biryarên xwe ye. Gotina wî gotin, helwesta wî neteweyî ye. Loma jî ew niha weke serokê gelê kurd tê binavkirin. Cenabê wî bi van helwestên xwe yên neteweyî cihê xwe di dilê her kurdperwerekî de vekirî ye.

Weke min di serî de jî destnîşan kir ku danîna asasan zehmet e. Heger asas ne saxlem be, mirovê nikaribe tu avayan li ser wî asasî bilind bike. Lê em dibînin ku asasê vê rêbaza pîroz bi saxlemî hatiye danîn û avahiyên  nû li ser wî asasê têne lêkirin.

Serok Mesûd Barzanî jî ji roja bûye pêşmêrge û heta niha, di nava kar û xebatên ji bona azadî û serxwebûna miletê xwe de, him bûye serok, rêvebir û him jî bi dîtin û dîplomasiya xwe ya navneteweyî bûye sexsiyetekî mezin ê cîhanî. Gotina wî gotin e. Zû bi zû biryaran nade û nastîne. Cenabê wî siyaseta rojane nameşîne. Dûrbîn û xwedî giraniyeke navneteweyî ye.

Cenabê serok Mesûd Barzanî di tamama jiyana xwe de ji bona pêkvejiyaneke baş, demokrasiyeke rind û li asasê wekhevî ji bona hemî kesên li ser erda Kurdistanê dijîn û jiyanê dikin, dixwazî. Loma îro li Kurdistanê baweriyên olî, kêmneteweyan di nava kurdan de li gor xala rêbazê ya pêkvejiyanê bê serêşî û astengî li gel hev dijîn. Di virde rola serok Mesûd Barzanî gelek e.

Cenabê wî dema pêşmêrge bû, çawa li pêş pêşmêrgeyên xwe de di nava hemî çalakî û xebatê de bû. Îro jî bi wê helwesta xwe ya kurdistanî, di qada siyaseta navneteweyî de ji bona berjewendiyên kurd û kurdistanê dîsa li pêş e.

Îro hemî barê giran yên ji bona Kurdistaneke serbixwe, li ser milên wî ye. Cenabê wî, bi vî temenê xwe yê mezin, bi tecrubeyên xwe yên bi salan, weke serokekî gelê xwe, bi nerîn û dîtinên xwe yên neteweyî di nava hewldana damezrandina Kurdistaneke serbixwe de ye. Loma divê kurd cenabî wî bi tenê nehêlin.

Mirov dikare gelek tiştan di derbarê rêzdar serok Mesûd Barzanî de bêje û binivîsîne. Lê dîsa jî mirovê nikaribe wan kar û xebatên wî tevan di rûpelên pirtûkan de bi cih bike. Ji ber vê ye divê hemî kurdên cîhanê xwedîtiyê li wî bike. Cenabî wî weke serokekî kurdistanî destnîşan bike. Pêwîst e hemî rêxistin, komele û partiyên kurdan wî weke serokekî kurd û neteweyî qebûl bikin.

Divê rewşenbîr û nivîskarên kurd, akedemisyanên kurd, şanoger û sînemagerên kurd bi yek dengî û yek helwestê ji bona girtina xelata Nobelê ya aşitiyê bi hevre kar bikin. Divê ev bibe daxwaza hemî kurdan ku bi helwestên xwe, bi nerîn û dîtinên xwe kar û xebatê bikin da ku serok Mesûd Barzanî xelata Nobelê ya aşitiyê bigire.

Kurdno ji bîr nekin ku hûn xwedî şanseke mezin û bê hempane ku serokekî we, rêber û berpirsiyarekî we ku hîmekî ji vê rêbaza pîroz rêzdar Mesûd Barzanî heye. Vê şansa xwe bi kar bînin da ku cenabê wî jî ji bona me Kurdistaneke serbixwe ragihîne.

Pustên heman beş