Erdogan Rojavayê Kurdistanê wek terorîstan bi nav kir

Erdogan Rojavayê Kurdistanê wek terorîstan bi nav kir

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Tetbîqata Efes-2024 bû û got: “Wê Tirkiye rê nede ku li Sûriyê û Bakur terorîstanek bê avakirin”.

HSD li Rojavayê Kurdistanê amadekariya hilbijartinên herêmî dike û ev yek li xweşiya Tirkiyê naçe, Tirk bi vê yekê pir aciz û bi guman lê dinerin. Piştî biryara hilbijartinan, rayedarên Tirkiyê dengê xwe bilind kirin û anîn zimên ku ewê tucarî rê nedin li sînorê Tirkiyê xweseriyek bê avakirin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan Rojavayê Kurdistanê, ku halîhazir di bin desthilatdariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û PKK de ye, wek terorîstan bi nav kir.

Erdogan beşdarî Tetbîqata Efes-2024 a Hêzên Çekdar a Tirkiyê bû. Erdoganê ku tetbîqat dişopand di axavtina xwe de got: “Em kiryarên di derbarê yekparçeyiya axa Sûriyê de ji nêz ve dişopînin. Tirkiye tu carî rê nade ku li Sûriyê û Bakur û ji sînorên xwe yên başûr wêdetir terorîstanek bê avakirin”.

Pustên heman beş