Li 7 bajarokên Tirkiye û Bakur hilbijartinên şaredariyan tên dubarekirin

Li 7 bajarokên Tirkiye û Bakur hilbijartinên şaredariyan tên dubarekirin

Li sê bajarok û çar nahiyeyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, sibe hilbijartinên şaredariyan birêve diçin.

Hilbijartinên sê bajarok û çar nahiyeyan ku 31’ê Adarê hatibûn betalkirin, sibe careke din birêve diçin.

Li Hîlwana Rihayê bi sedema şewitandina sindoqan, li deverên din jî bi sedemê nêzîkbûna dengên aliyan, biryara dûbarekirina hilbijartinan hatibû dayîn.

DEM Partî di hilbijartinên Hîlwanê de serketibû. Lê dîmenên ku telîsên dengan tên şewitandina hatibûn belavkirin. Bi daxwaza AK Partiyê biryara dubarekirina hilbijartinê hatibû dayîn.

Her wiha li bajarokê Perî yê Dêrsimê jî hilbijartin tê dubarekirin ku ji sala 2016’ê ve du caran qeyum hatibû danîn.

Roja 31-03-2024an hilbijartinên şaredariyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatibû kirin. Li gorî encaman jî CHPê bi rêjeya ji sedî 37,76ê dengan derket pêş.

Pustên heman beş