Amerîka daxwazê ji Rêveberîya Xweser dike hilbijartinan encam nede

US-Rojava-Election-net

Wezareta derve ya Amerîkayê piştrast kir ku şert û mercên lidarxstina hilbijartinên azad û adil li herêmên Rêveberîya Xweser li Bakurê Rojhilata Sûryê “ne berdestin”.

Ev yek di demekê deye ku Rêveberîya Xweser dixwaze li ser bingeha “Peymana Civakî ya Rêveberîya Xweser ya Demokratîk a Bakur û Rojihlatê Sûryê” ku di 13ê kanûna 2023an de hatbû ragihandin, hilbijartinên şaredariyan li Bakurê Rojhilata Sûryê organîze bike.

Wezareta karên derve ya Amerîkayê daxuyanî derbarê vê hilbijartinê da û got: “Her hilbijartinên ku li Sûryeyê bên kirin, divê li gorî biryara hejmara 2254a konseya ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî azad, adil, zelal û berfreh bin”.

Her wiha bal kişand ser wê yekê ku “Amerîka di wê baweriyê de ye ku di hilbijartinên Bakurê Rojhilata Sûryeyê de ev şert û merc pêk nayên”.

Wezareta derve ya Amerîka aşkere kir ku wan ev yek ji gihandiye komeke aktor û partiyên siyasî yên li Bakurê Rojhilatê Sûryê yêk jê îdareya demokratî a utunumî li wê derê û got: Em daxwazê ji wan dikin hilbijartinê li vê demê encam nedin”.

Rêveberiya Xweser berî niha ragihandibû ku hejmara berbijêrên hilbijartinên şaredariyan ku biryare di 11ê hezîrana pêş me de bên kirin, gihîştiye 5 hezar û 336 berbijêran.

Li herêmên Rêveberya Xwesera bakur û rojhilatê Sûryê di 13ê adara 2015an de yekemîn hilbijartinên herêmî hatin lidarxistin.

Pustên heman beş