Kurd çawa dikarin li dijî qeyûman şer bikin?

Kurd çawa dikarin li dijî qeyûman şer bikin?

Nîqaşên ku bi destnîşankirina qeyûm bû Şaredariya Colemêrgê di 3 ê Hezîranê de dest pê kirin, dewam dikin. Di binyatê xwe de tişta ku divê Kurd niha bixin rojeva xwe, pirsa ka wê “Çawa li dijî qeyûman têbikoşin” ne. Di vî warî de, berî her tiştî divê “siyaseta Qeyûman ya dewleta Tirk” rast were fêhmkirin. dema ku em li eniya Kurdan dinêrin, tê dîtin ku Kurd siyaseta Qayûman rast fêm nakin. Kurd bi yek dengî dibêjin, “Qeyûm darbeya desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser hêzên demokrasiyê ye.” Em bi Eşkere dibêjin, yên bi vê gotinê bawer dikin nikarin tiştekî li dijî Qeyûman bikin, ji ber ku ev têgeh bi xwe pirsgirêkê rast tespit nake. Ya rast ev e;

Ya yekem; Siyaseta Qeyûman ne bi hikûmeta AKP’ê û ne jî bi hêzên demokrasiyê ve girêdayî ye. Qeyûm plana eqilê kûr ê dewleta Tirk a kolonyaliste. siyaseta manîpulekirina Kurdan e. Qeyûm ne pirsgirêka navxweyî ya Tirkiyê ye, pirsgirêka bindestîya Kurdistanê ye.

Ya duyemîn; Qayûman bi AKP’ê dest pê nekirine, ji avabûna komara Kemalîst û vir ve, gelê Kurd bi Qayûman tê birêvebirin. Heya ku Kurd van her du rastiyan nebînin û sîstema dewleta Tirk û nasnameya kolonyalîst rast pênase nekin, wê nikaribin ji Qayûmên eşkere û veşartî rizgar bibin.

Qayûmê ku di 3 ê Tebaxê de li Colemêrgê hatiye tayînkirinjî encama mejiyê dewleta kûr a Tirk e. Kurd di nava ziviroka Qayûman de tên fetisandin. Armanc ewe ku Kurdan bi nasnameyek nû ber bi baskekî tirk ê din ve kaşbikin. Di sala 2004’an de dewleta kûr a Tirk, Kurdên bakur ji baskê Ergenkonîst-Kemalîstê veqetandin û xistin nava “xeta Îslamî ya AKP’ê de” û heta sala 2015’an 12 salan Kurdan bawer kiribûn ku AKP “pêkhateke ku dikare pirsgirêka Kurd çareser bike.” AKP ji Kurdan re digot “piştî têkbirina baskê kemalîst û netewperestên di nava dewletê de wê pirsgirêka Kurd çareser bibe.” Bi vî awayî Kurd 12 salan hatin mijûlkirin. Di demekê de ku li Rojhilata Navîn her tişt dihat guhertin, Kurd li bendê bûn ku AKP bi hêz bibe û mafên Kurdan bide. Bi vî şêwazî evîndarîya AKP Û PKK 12 salan dewam kir.

Ji sala 2015’an û vir ve ev 9 salin, Kurd careke din bi gotina “AKP xerab e, hikûmeta ku were şûna AKP’ê , wê pirsgirêka Kurd çareser bike” tên mijûlkirin. Siyaseta ku Kurd ji xeta Ergenekonê bir ser xeta AKP’ê, niha jî dîsa Kurdan ber bi xeta Kemalîst a CHP’ê ve badide. Yanî Kurdan ev 20 salin pêşeroja xwe bi şerê di navbera baskên dewleta Tirk ve girê daye.

Rêya rizgariyê ji siyaseta Qayûman ne giheştina xeta CHP’ê ye, ev bi tenê tehrîbkirina hişmendiya Kurd e û taktîkek dûrxistina doza netewî ye. Dewleta Tirk ji bo ku di kaosa Rojhilata Navîn de sîstema wê ya kolonyalîst têk neçe, Kurdan dike amûrekî şerê di navbera baskên dewleta Tirk de. Qayûmê Colemêrgê ji bo ku Kurdan bavêje hembêza CHP’ê de hatîye danîn.  

Hin nivîskarên kurd erkdarkirna qeyûman weke “întihara hêdî-hêdî ya AKP ê” şîrove dikin. Erê, tayînkirina qayûm li Colemêrgê tê wê wateyê ku AKP pirên di navbera xwe û Kurdan de diherifine. Lê heke Kurd rêya rizgarbûna ji Qayûman di CHP’ê de bibînin ev jî întihare ji bû Kurdan. Divê Kurd xwe ji pergala dewleta Tirk rizgar bikin. Hişmendî, perspektîf û rêbaza têkoşînê ya ku pergala kolonyalîzmê hilweşîne pêş bixin.

Em bi zelalî dibêjin ku Partiya DEM ê nikare bi vê erka netewyî rabe. Partiya DEM ne tenê bi bernameya xwe ya nivîskî, di heman demê de bi zihniyeta xwe jî, ne dijî kolonyalîzma dewleta Tirk e. DEM Partî pirek e ku dixwaze kurdan bigihîne xwedîyê resen ê dewletê kemalîst a tirk ango CHP’ê.

DEM ê ev nasnameya Partiyê bi îradeya xwe dîyar nekir. Yê ku ev xete dîyar kirî rêveberiya PKK’ê ye. Kesêê ku kurd ber bi sîyaseta Tirkbûnê ve birî Evdila Ocalan bû. Ocalan dibêje“Kemalîzm xala bingehîn ya çareseriya pirsgirêka kurd-tirk” e.

Divê em bi zelalî bibêjin:

  1. Kemalîzm, ne rêya çareseriya kolonyalîzma li Kurdistanê ye, belku sedemê kolonyalîzmê bi xwe ye?

  2. Kemalîzm pişt re nebû ye dijminê Kurdan. Kemalîz berdewamiya Komîteya Îttîhad û Terakkî bû ku ji destpêkê ve çareseriya yek milet, yek ziman û yek al qebûl kiribû.

  3. Kemalîzmê Kurd wek şirîkên Komarê nedît, tenê ji ber ku hewceyî Kurdan bû ew weke amûrekî bikar anîn û di firsenda yekem de Kurd perçiqandin.

  4. Îro Kemalîstên Tirkiyê “mafê kurdan ê xwebirêvebirinê” qebûl nakin û tenê muhtacî Kurdan in, gava karê wan pê xelas bû dê weke Mistefa Kemal Kurdan ji xwe re bikar înin.

Dema ku ji vê perspektîfê ve li Qayûman binêrin, dê rastî were dîtin. Dewleta Tirk tenê Qeyûm ne danîye ser şaredarîyan. Ji bo hişmendiya Kurdan jî qeyûm hatîye danan. Ji bo ku kurd li dijî Qayûman derkevin, divê berî her tiştî li dijî hemû têgeha Kemalîzmê şirîn dike bisekinin û hemû cûreyên Qayûman red bikin. Kemalîst û CHP’ê ku xwe wek dostên kurdan xuya dikin, kurdan ji destê Qayûman rizgar nakin. Ev tenê şanoya siyaseta polîsê baş-polîsê xerab dilîzin. CHP rola polîsê baş dilîze.

Divê Kurd bibînin ku pergala qeyûman fêlbaziya dewleta kûr e û ev sed salin wan bi destê qayûmên eşkere û veşartî ve dimeşînin. Divê Kurd sîstema Partiya DEM û rêveberên wê ji nûve destbigirin. Heya ku ev neyên kirin û pergala kolonyalîzmê neyê redkirin, kurd nikarin xwe ji pergala Qayûman rizgar bikin. Qayûm şêwazê îdareya dagirkerîyê ye li Kurdistanê. Xeta neteweyî şopandin yekane rêya li dijî Qeyûman sekinandi nê ye.

Pustên heman beş