Îsraîlê fermanderekî Pasdarên Îranê kuşt

Fermandar-Iran-net

Di êrişa Îsraîlê ya li Helebê de, fermanderekî Pasdarên Îranê hat kuştin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku balefirên Îsraîlê doh li bajarokê Heyanê yê Helebê baregehên Hizbullah û hêzên Îranê bombebaran kirin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê di encamê de 17 leşker û çekdar hatine kuştin

Ajansa Îranê ÎSNAyê jî ragihand ku di bombebarana Îsraîlê de şêwirmendekî Pasdaran a Îranê hatiye kuştin.

Li gorî ajansê navê efserê hatiye kuştin Saîd Aybar e.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê jî piştrast kiribû ku Îsraîlê êrişî hin xalên li derdora Helebê kiriye.

Îsraîl piştî sala 2011an ku şerê li Sûriyeyê dest pê kir hinek caran êrişî hêzên Sûriyeyê û komên çekdar

Pustên heman beş