Êrîşeke çekdarî li ser Balyozxaneya Amerîkayê li Libnanê hat kirin

US-lebanon

Êrîşeke çekdarî li ser Balyozxaneya Amerîkayê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kirin. Artêşa Libnanê dibêje, “Êrîşkerek birîndar bûye.”

Sibeha îro (Çarşem, 05.06.2024) êrîşeke çekdarî li ser Balyozxaneya Amerîkayê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kirin.

Tevî ku medyaya xwecihî ya Libnanê ragehand ku ew êrîş ji aliyê sê çekdaran ve hatiye kirin û çekdarek ji ber rûbirûbûna bi hêzên ewlehiyê yên wê balyozxaneyê re hatiye kuştin, lê artêşa Libnanê di ragehandina xwe de ew yek red kir û got, “Tenê çekdarekî ew êrîş kiriye ku xwediyê nasnameya Sûriyeyî ye û ji aliyê endamên artêşê ve hatiye birîndarkirin.”

Di eynî demê de Balyozxaneya Amerîkayê li Beyrûtê di ragehandinekê de eşkere kir, “Ew êrîş ji aliyê komeke sêkesî ve hatiye kirin û çekê sivik hatiye bikaranîn.” Tekez jî kir, “Tevaya diplomatkar û karmendên balyozxaneya ji ber desttêwerdana artêşa Libnanê û dezgehên ewlehiyê bisilamet in.”

Wê balyozxaneyê di ragehandina xwe de amaje jî da, “Em bi desthilatdarên Libnanê re ji bo vekolana wê rûdanê di hevahengiyê de ne.”

Pustên heman beş