Di rêbazê de Şoreşa Gulanê, armanc û hedefa wê…

Barzanî û Helwestên wan

Bûbê Eser

Em kurd miletekî weha ne ku zû tiştan û xwe ji bîr dikin. Sedema vê jî ew ku em dîroka xwe baş nizanin. Loma hin hêjayî hene ku tenê em wê ji salê carekê pîroz dikin û diqede. Ji ber vê ye em tişt û hêjayiya gelê me dide zanîn, baş tê nagihêjin. Lewra qelsiya kurdan ji vir de destpê dike û bi vê jî em gelek şaşiyan dikin.

Loma gelek caran em demên xwe bi rûreşkirin an bi pîrozkirinekê vê derbas dikin. Hin rojên taybet ku herkes şermezar an pîroz dikin em jî weha dikin. Ji ber ku em di nasîna dîroka xwe de lawaz in. An navarok û sedema wê roja pîroz an wan rojên xerab nizanin.Tenê bûye adet ku em bi gelemperî salê carekê roja ku herkes wê pîroz an şermezar dike, em jî wê dikin da ku li du heval û hogiran nemînin.

Heger em navarok, hedef û armanca şoreşa Gulanê bizanibin, em ê fêr bibin ku bê vê şoreşê ji bona me kurdan çi aniye, çi daniye, bawerî û helwesta kurdan li ser çi asasî hûnandiye.

Heger me ev bizanibana, me yê bêtir qîmet û rûmeta Şoreşa Gulanê bigirta. Hedef û armanca wê ji xwe re bikirana rehber. Em ê li gor wê rehberê bimeşiyana ango me yê bida ser wê biryara asasê dewletbûnê ku ji bona me kurdan avêtibû û me yê rêya tekoşeriya xwe bidomandina. 

Em baş dizanin û tê digihêjin ku şoreşa îlona tirs û xofa dagirkeran ji ser kurdan rakir. Vê şoreşê guhên kurdên xetimîbû, bi teqandina guleya ewil bi guh kir. Çavên kor, bi çav kir da ku Kurd bibîne, bibihîze. Herdu şoreşan Kurd bi ruh û can kir. Ruhê berxwedanê ji nû ve çawa geş kir, em ê bi hevre fêr bibûna. Bi saya van herdu şoreşana Kurd ji nû de li xwe, li rewşa xwe hay bûn. Fêr bûn  ku heta kurd nebin xwedî dewleta xwe, wê her bindest û koleyê dagirkeran be.

Lewra şoreşa îlonê kurd ji nûde zîndî kir da ku nemirin. Lê şoreşa Gulanê çi kir?Aha ya girîng jî ev e. Divê hemî kurd vê fêr bibin û bizanibin ku şoreşa gulanê ya ku bi şoreşa îlonê ve hatibû xemilandinê, ji me kurdan re asasê dewletbûna avêt. Ji ber ku di rêbaza pîroz de xala wê ya sereke ew bû ku kurdan bike xwedî dewleta wan.

Li ser vî asasî li gor vê baweriyê û li ser şopa destûr û bernameya rêbaza Barzanî yê nemir, kurdan jî karê xwe ê danîna dewleteke kurdî domandin. Domandin û vê domandinê heta sala 1992an ku gava ewil ya dewletbûnê avêt.

Em kurd piştî wê gavê, li cîhanê û di nava xwe de fêr bûn ku bê dewletbûn çiqasî zehmet e û hebûna dewleteke kurdî jî çiqasî xweş e. Roja ev weke xalekê di rêbazê de cihê xwe girt, êdî Barzaniyan bi serpereştiya xalên vê rêbaza pîroz tekoşîna xwe ya ji bona dewleteke kurdistanê domandin.

Piştî di rêbazê de xala dewletbûnê cihê xwe girt. Em weke kurd fêr bûn ku bê dewlet çi ye? Çima em kurd jî dixwazin bibin xwedî dewleta xwe. Ji ber ku şoreşa gulanê ew ruh û cahd da kurdan. Ji ber ku bê dewletî sêwîtî ye. Bê dewletê hustuxwariye, bê dewletî malwêranî ye. Bê dewletî koletî ye. Bê dewletî mirin e. Koçgirî ye, Agirî ye, Amed e, Mahabad e, Qamişlo ye û Dêrsim e. Enfal e, Helebçeye, koçberî û ji welatê xwe dûrketin e. Em li başûrê kurdistanê ji sala 1992an û heta niha bi saya şoreşa îlon û Gulanê bi serbilindî di bin sîwana dewleta xwe de dijîn. Me bi çavên xwe dît û bi guhên xwe bihîst ku bê vê dewleta me, çawa xwedî li kurdên herçar perçên Kurdistanê derdikeve.

Ji ber vê ye ku divê bi her awayî û di her warî de em hemî kurd kar bikin da ku wê biryara danîna asasê dewletê ya şoreşa Gulanê bi zanîna rêbazê, bi hêz û qaweta pêşmêrgeyên qehreman, bi piştgirî û xwedîlêderketandina gel, li gor fikir û ramanên xwedî tecrubeyên giranbiha ya rêzdar Mesûd Barzanî  pêk bînin.

Biryar, asas û xebata wê şoreşa delal, ew bû ku kurdan bike xwedî dewlet. Heta ku em nebin xwedî dewlet, em ê weke milet nikaribin li ser erda xwe bi azadî bijîn. Ji bona vê jî divê em ne salê careke, her gav, di jiyana xwe de, her tim ruhê şoreşa gulanê bi cî bikin da ku bikaribin hemî li gel hev, dewleta xwe ya kurd û kurdistanî di qada nav neteweyî de jî bidin qebûl kirin. Çi dema me ev pêk anî, aha wê demê em ê hêjayî û qîmeta şoreşa gulanê û rêbaza xwe bêtir nas bikin û fêr bibin ku bê ev şoreş ji bona çi bû? Em ê bizanibin ku bê hebûna rêbazeke weha girîng, ji bona çû?

Ji ber vê ye ku divê her kurd xalên rêbaza pîroz bixwînin û wê baş bizanibin. Di jiyana xwe ya rojane de bi kar bînin da ku sibê em bibin xwedî dewleta xwe ya serbixwe. Ji ber ku heta miletek nebe serbixwe, wê dest û lingê wî miletî bi zîncîrên dagirkeran tim girêdayî be.

Pustên heman beş