NY: HSDê û YPGê di 2023an de 460 zarok revandine û tevlî xwe kirine

UN-PKK-YPG-QSD-SDF-Net

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, eşkere kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û partiyên din ên girêdayî wê bi sedan zarok li herêmên di bin kontrola xwe de revandine û birin leşkeriyê.

Antonio Guterres di rapora xwe ya bi sernavê “Zarok û Pevçûnên Çekdar” de ku di 3ê Hezîrana 2024an de hat weşandin de got ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk û partiyên girêdayî wê li herêmên ku di bin kontrola wan de ne, 462 zarok di sala 2023an de revandine û leşker kirin.

Dozên revandinê wiha ne:

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) (231) zarok.

Yekîneyên Parastina Gel û Jinê (YPG-YPJ) 203 zarok.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn/ Asayîşa Yekîtiya Demokratîk (PYD) 27 zarok.

Partiyên din ên girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) zarokek tevlî xwe kirin.

Guterres di rapora xwe de amaje bi wê yekê jî kir, ku di dawiya sala 2023an de, eşkere bû ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) zêdetirî 800 zarok, di nav wan de zarokên biyanî, li kampên El-Holê û Roj yên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê girtine.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî amaje bi wê yekê jî kir, ku heta niha nêzîkî 29 hezar zarokên ku pêwendiya wan bi DAIŞê re heye, li kampên El-Holê û Roj ên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ne.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî António Guterres nîgeraniya xwe derbarê tecnîdkirin û bikaranîna zarokan li ser destên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) anî ziman û daxwaza cîbicîkirina Peymana 2019an ya ku ji aliyê Mazlûm Ebdî û Virginia Gamba nûnera Netewên Yekgirtî ve ji boy bidawîkirin û nehiştina leşkerkirina zarokên di bin temenê 18 salî de, û ne bikaranîna wan di operasyonên leşkerî de hatiye îmzekirin.

Pustên heman beş