PKK û MHP bi hev re kaçaxçîtiya koçberan dikin

PKK û MHP bi hev re kaçaxçîtiya koçberan dikin

Ne tiştekî veşartîye, di şerê 40 salî de PKK’ê tucarî êrîşî MHP nekiriye û xwîn ji pozê yekî ji wan jî neaniye. Li Ewropayê jî PKK û MHP di bazirganiya madeyên hişber (narkotîk) de bi hev re kar dikin. PKK û MHP her çiqasî hevdu wek dijmin nîşan didin jî, di asasê xwe de dost û hevkarên herî qedîm in. Dost û hevkariya wan jî li ser tunekirina Kurdan hatiya avakirin.

Di qaçaxçîtîya koçberan de dostanî û hevkariya PKK û MHP carek din eşkere bû. Rojnamevan Îsmaîl Saymaz, derxist holê ku kurê rêveberê MHP yê Stenbolê ji ber ku bi endamên PKK re qaçaxçîtiya koçberan kiriye, hatiye girtin. Rêveberê MHP jî ev yek piştrast kiriye û gotiye:  “Rêxistinê (PKK) kurê min ê mezin xapandiye û bi kar aniye”.

Nivîskarê Sözcuyê Îsmaîl Saymaz, nivîsî ku Tunahan Adigüzel, kurê endamê Lijneya Parêzgeha Stenbolê yê partîya faşîst (MHP) Guven Adigüzel, ku demek berê gotibû min dev ji siyasetê berda ye, ji ber ku bi endamên PKK re  qaçaxçîtiya koçberan dike hat girtin.

Saymaz, diyar kir ku bavê Adigûzel ê MHPî bûyer piştrast kir û gotiye ku, “Rêxistinê kurê min ê mezin xapandiye û bi kar aniye”. Saymaz di qunciknivîsa xwe de buyer anî zimên û got:

“Li Çanakkaleyê ekîbên cendirme û ewlekariya qeraxê di 28ê Gulanê de li ser îxbara tiryakê çalakî pêk anîn. Li Bendera Kumbağlar a Ayvacikê 6 kesên ku 4 jê Tirk û 2 jî Yewnanî ne hatin binçavkirin. Di keştiyê de 11 kîlo û 900 gram tiryak hat bidestxistin. Her wiha 10 gumanbarên ku dixwestin birevin derveyî welêt û ji ber kujtina bi qest, birîndarkirin, endamtiya PKK û bikaranîna tiryakê dihatin lêgerîn hatin girtin”.

Di vir de jî xuya dike ku endamên PKK û MHP hem di qaçaxçîtiya mirovan de (bi taybet qaçaxçîtîya Kurdan de ) û hem jî di bazirganiya narkotîkê de bi hev re kar dikin û neyartiya wan a siyasî tenê xapandin û derew e.

Piştî eşkerebûna vê bûyerê, Endamê Lijneya Parêzgeha Stenbolê yê MHP Guven Adigüzel ragihand ku ji partiya xwe îstifa kiriye.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş