Wezareta Derveya Amerîka: HSD hîna li ser leşkerkirina zarokan berdewame

Wezareta Derveya Amerîka: Hêzên Sûriyeya Demokratîk hîna li ser leşkerkirina zarokan berdewame

Wezareta Derveya Amerîka piştrast kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk berdewame di tecnîdkirin û bikaranîna zarokan di şer de.

Wezareta Derveya Amerîka duh roja Duşemî 24/6/2024’an di raporta xweya taybet de derbarê qaçaxçîtiya mirovan de got ku Hêzên Sûriya Demokratîk soza pabendbûna bi biryarên Netewên Yekgirtî bo rawestandina leşkerkirin û îstismarkirina zarokan daye, lê rêxistineke navdewletî ya ku li herêmê kar dike piştrast kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk di sala 2022 û 2023’an de jî leşkerkirina zarokan berdewam kiriye.

Wezareta Derveya Amerîka got jî ku tevgera “Ciwanên Şoreşger” ya girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk berdewame li ser leşkerkirina zarokan, bi taybetî “keçên” di bin 12 saliyê de, bi rêya xapandina wan û bi zorê leşkerkirina wan di nav pêkhateyên ciwanên tundrew de.

Her wiha ragihand, tevgera “Ciwanên Şoreşger” di bin navê “kursên perwerdeyê” de li hemû herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk û rêveberiya PYD’ê de zarokan dixapîne û bi darê zorê wan çekdar dike.

Rapora Amerîkî diyar kir ku, ji bilî Hêzên Sûriyeya Demokratîk û tevgera Ciwanên Şoreşger, zarok ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê ve jî tên leşkerkirin û li Qendîlê perwerdeya leşkerî dibînin.

Wezareta derveya Amerîkayê, Sûriye di nav 13 welatên herî xirabên bazirganiya mirovan de li cîhanê bi nav kir, welatên di lîsteya reş de rasterast bi qaçaxçîtiya mirovan tên sûcdarkirin evin (Afghanistan, Belarus, Myanmar, China, Kuba, Eritrea, Korea Bakur, Îran, Sûriye, Rûsiya, Sûdana Başûr, Sûdan û Turkmenistan).

Pustên heman beş