Erdogan: Liv û tevgerên endamên PKKê hatine asta nemanê

Erdogan-pkk-net-info

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, ew 40 sal in hemberî PKKê şer dikin û heta niha bacên mezin dane. Erdogan jî got, bi operasyonên salên dawî, liv û tevgerên endamên PKKê hatine asta nemanê.

Erdogan li Enqerê di akademiya polîsan de axivî û got: “Tirkiye bi cihê xwe yê stratejîk bi gefên cuda re rûbirû dimîne. Li hemberî hemû tomet û gefan, divê bergiriyan bipêş bixin. Hemberî rêxistina cudahîxwaz êdî, em çil sal li pey xwe dihêlin. Me heta niha di warê madî û manewî gelek bac dan.”

Serokomarê Tirkiyeyê got: “Hêza tu kesî têrî nake dewleteke wekî Tirkiyeyê ya li ser mayiya împaratoriyeke cîhanê hatiye damezrandin di nav avên tenik ên faşîzma nijadperest û sûtal de hepis bike.”

Erdogan amaje bi yekê jî kir: “Di salên dawî de me serkeftinên dîrokî bidest xistine. Bi hewlên hêzên ewlekarî endamên rêxistina terorê di nava sînorê me de êdî nikarin bilivin. Tenê sala dawî, hemberî PKK –KCKê, 4877 operasyonên nava bajaran, 29918 operasyonên bejahî hatine kirin. Di operasyonan de 7 jê di nava lîsta sor de, bi giştî 1045 endamên PKKê hatine kuştin.”

Pustên heman beş