Hilbijartina Serokkomarê Îranê diçe gera duyem

iran president-net

Desteya Birêvebirinê ya Hilbijartinan a Îranê ragihand, hilbijartina Serokomarê Îranê derbasî gera duyem dibe, ji ber ku ti berbijarekî dengên pêwîst bidest nexistine.

Wezareta Navxwe ya Îranê encamên dawî yên hilbijartinan ragihand:

Mesûd Pizîşkiyan: Bi rêjeya %42, 10 milyon û 415 hezar û 991 deng bidest xistin.

Seîd Celîlî: Bi rêjeya %39, 9 milyon û 473 hezar û 298 deng wergirtine.

Mihemed Baqir Qalîbaf: 3 milyon û 383 hezar û 340 deng wergirtine.

Mistefa Pûrmihemedî: 206 hezar û 397 deng bidest xistine.

Li gorî van encaman, biryar e gera duyem a hilbijartinan, roja înê ya bê 5ê Tîrmehê di navbera her du berbijaran Mesûd Pizîkiyan û Seîd Celîlî de ku di pêşbirkê de, di rêza yekem de bûn, birêve biçe.

Piroseya dengdanê ji bo hilbijartina Serokkomarê nû yê Îranê duhî 28ê Hezîranê li navxwe û derveya Îranê hatibû destpêkirin.

Nêzî 61 milyon mirovan mafê dengdanê di hilbijartinên Serokkomarê Îranê de heye. Li navxweya Îranê 24 hezar û 522 sindoqên dengdanê li navendên bajaran û 24 hezar û 118 sindoqên din jî li gundan hatine danan. Herwiha 15 hezar û 215 navendên gerok jî hene.

Pustên heman beş