Barzanî û Helwestên wan

Barzanî û Helwestên wan

Bûbê Eser

Karê Barzaniyan ji sala 1900 û virde her ew bûye ku wê xeyala kurdan ya dîtina kurdistaneke azad û serbixwe bibînin, bîne cih e. Di vê rêyê de bi hezeran cangorî dane û hê jî didin.

Bi awayekî tevayî Barzanîyan û bi teybetî serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî temama jiyana xwe ji bona cihbicihkirina xalên rêbaza pîroz tarxan kirî ye, da ku  Kurd di kurdistaneke azad û serbixwede bijîn, kar û xizmet kiriye, kirine û dikin.

Roja ku Barzaniyan dest bi tekoşîna azadiya welatê xwe ango Kurdistana hatibû perçekirinê kirine û heta niha, kar û xebatên wan tenê bûye xwedî li erda kurdistanê derketandin û parastina wê.

Barzniyan bîr û baweriya neteweyî daye gelê xwe û ji bona gel bi vê baweriyê bikemile, xwedî li xwe û miletê xwe derkeve, ji bona wan rêbazeke jî amade kirine. Ji ber ku bîr û baweriya Barzaniyan tim jî neteweyî bû ye. Weha fikirîne û ev fikir û raman dayê heval û dostên xwe. Daye endamên partiya xwe. Û ev bûye weke rêbazeke Barzaniyan.

Çi demê û li ku derê kurdan êş û eziyet dîtibin, malwêranî û talanî hatibe serê wan, heta ji Barzaniyan hatiye xwestine bi alîkariya brayê xwe ve rabe. Li kîjan deveran kurdayetî xurt bû ye tu dibîne ku ji wir bêhn û navê Barzaniyan tê.

Li kîjan perçên Kurdistanê firsetek ji bona kurdan bi dest ketibe, em dibînin Barzaniyan ji bona wê firsetê bi karbînin ango firset ji dest nere çi ji wan hatiye kirine û dikin.

Lewra dagirkerên me baş dizanin ku yên wê kurdistanê azad û serbixwe bikin tenê Barzanî ne. Dijmin baş dizanin, çi dema Barzanî ji holê rabe wê doza kurd û kurdistanê jî nemîne.

Heger em dîroka Barzaniyan bixwînin em ê bi rehetî bibînin ku bê çima tim dagirkeran bi hevre xwestine wan ji holê rake. Gelek sedemên wê hene. Sedema herî girîng jî  ew e ku Barzaniyan ji bona kurdan rêbazeke danîne û ev rêbaz jî ne li gor berjewendiyên dagirkeran bû û ye.

Piştî têkçûna komara kurdistanê li mahabadê, bêdengiyek û tirsekê girtibû ser hemû kurdan û perçên din. Ma ne şoreşa îlonê bû ku kurd ji nûde ji bêdengiyî xilas kir, ji xewa mirinê şiyar kir. Bi saya wê guleya ewil ya şoreşa îlonê bû ku êdî tevgera kurdan li her çar perçan de ji nû ve serî hilda.

Dagirkeran nikarîbûn zora Barzaniyan bibin û wan ango Barzaniyan piştî 1992an parçeyek ji kurdistanê azad kirin û diyarî gelê xwe kirin. Niha jî ew perçê azadkirî ango Başûrê kurdistanê gav bi gav berbi serbixwebûne ve dihare.

Dagirkeran dîtin ku weha nabe û nikarin Barzaniyan ji holê rakin. Loma wan xwestin ji kurdan hin hevalbendên xwe çê bikin û bi saya wan Barzaniyan têk bibin û kurd jî nebin xwediyê welatê xwe. Lewra çi dema ji dijminan re lazim bûye ew kesên hevalbendên xwe derxistinin û bi kar anîne û tînin. Lê heta niha di vê rêyê de bi ser neketine û wê nekevin jî.

Loma dibêjim; heta kurd vê baş fêm nekin, vê baş şirove nekin, vê baş nebînin wê tim şer û pevçûn jî di nava kurdan de peyde bibe. Ji ber ku darikê fesadiyê di destê dagirkerên me de ye. Lewra wê bixwazin wî darikî di nava kurdan de bigerîne da ku kurd ne li hev bin.

Gelek caran bi destê dijminê me yên har û xwînxar, kurdan hevdu kuştine û di nava wan de şer peyde bûye. Vî şerî zerar daye partî, rêxistin û doza gelê kurd. Lê li dijberî vê jî Barzaniyan tim yekîtî û hevkariya kurdan parastine û diparêzin. Ev jî ne li gor hesabê dagirkerên me ne. Ji ber vê ye tim herçar dagirkerên me bûne yek da ku Barzaniyan ji holê rake. Lê bi serneketin û dê nekevin jî…

Armanca bi destê dagirkeran nakokiyên dikevin nava me ew e ku kurd êdî weke kurd nemînin û nebin xwediyê welatê xwe û kurdistaneke azad  û serbixwe. Ji ber vê ye ku tim dijmin bi destên hin kurdan darikê fesadiyê di nava kurdan de bi kar anîne û tînin da ku kurd ne li hev bin. Nelihevbûna Kurdan di fêda dagirkeran de ye.

Lê dema em dîrokê dixwînin, dibînin ku armanca Barzaniyan û bi teybetî ya serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî jî tim eksî vê ye. Ji bona parastina kurdan çi lazim bûye ew kirî ye û dike. Ji ber vê ye ku di vê tekoşîna xwe ya di sed salan de Barzaniyan tim xwestine kurd bibin xwediyê kurdistana xwe ya azad û serbixwe.

Ji ber vê ye ku helwesta serokê Kurdistanê ya rêzdar Mesûd Barzanî tim ew bû ye ku kar û cahda wî ji bona rojekê berî rojekê mizginiya Kurdistana azad û serbixwe bide gelê xwe. Ji bona Barzanî li gor bawerî û armancên xwe bi ser nekevin tim dagirkeran fesad ji kurdan peydekirine da ku nakokiyan bixwe nava wan.

Lewra rakirin an tunekirina fesadan niha zehmet e. Dermanê wê tenê di kurdistaneke serbixwe de ye. Piştî ragihandina wê êdî fesad dê nemînin an jî wê nikaribin weke niha tevbigerin. Ji ber ku hemû plan û projeyên wan yên qirêj wê eşkere bibe. Aha tirsa dijmin û fesadên wan ya niha ji ber vê ye…

Êdî kî/ê çawa vê fêm dikin ew bi kêfa xwe ne. Lê divê kurd ji bîr nekin serxwebûna kurdistanê di rê de ye. Û wê serokê Kurdistan rêzdar Mesûd Barzanî vê mizginiyê bide gelê xwe. Ji ber ku ew xwedî helwesteke rasteqîn û li gor rêbazê karê serxwebûna Kurdistanê didomîne. Her weha cenabê serok yek ji hîmên vê rêbaza pîroze ku divê kurd ji gotina cenabî wî dernekevin.Têbinî û şîretên wî guhdarî bikin.

Pustên heman beş