Tirkiyê di meha dawiyê de zêdetir ji 16 hezar penaber dersînor kirin

Tirkiyê di meha dawiyê de zêdetir ji 16 hezar penaber dersînor kirin

Desthilatên Tirkiyeyê zêdetir ji 16 hezar penaberên Sûrî di meha Hezîranê de ji nava xaka xwe derkirin û şandin navçeyên cuda yên bakurê Sûriyeyê.

Li gorî raporên medyayî, desthilatên Tirkiyeyê di meha Hezîranê de 16 hezar û 500 penaberên Sûrî di 4 deriyên sînorî re derkirin û şandin navçeyên cuda yên bakurê Sûriyeyê yên di destê çekdarên opozîsyonê de.

Li gorî zanyariyan, proseya dersînorkirinê piştî wergirtina hemû belge û pencemorên tiliyên penaberên hat kirin, ji bo nikaribin careke din vegerin.

Hikûmeta Tirkiyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Sipî.

Çalakvanên Sûrî jî dibêjin, proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe li hember vê rewşê rabin.

Pustên heman beş