PKKe li pişt şewitandina bazarên, Dihokê, Hewlêr û Kerkûkê ye

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê îro desteserkirina tewanbarên şewatên bazarên Herêma Kurdistanê ragihand û got ku: “Ev bazar ji hêla endamên PKKê ve hatine şewitandin”.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Îraqê û Şaneya Ewlehiyê Mîqdad Mîrî îro roja duşemê 1 tîrmeha 2024ê di konferanseke rojnamevanî de got: “Ew kesên ku bi tuhmeta şewitandina bazarên Hewlêrê, Dihokê, Kerkûkê û deverên din yên Herêma Kurdistanê hatine girtin, endamên PKKê ne”.

Her wiha destnîşan kir, 3 kes hatine desteser kirin, du jê endamên yekeya 70 û her wiha Dije Terora Silêmanyê yên ser bi YMKê ve ne û got: “Wan li Qendîlê û Silêmaniyê perwerde dîtîye û pêwendî bi PKKê re heye”.

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê Mîqdad Mîrî amaje bi wan şewatan da û got: “Dawiya 2023yan û destpêka 2024an agir bi bazarên Kerkûkê, Dihokê û Hewlêrê ket, ev yêk nîşane bûn ku hinek torên xeter li pişt van bûyeran hene”.

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê 3 tuhmetbarên ku çavên wan girêdayî bûn anîn pêşuya kamerayan û Mîqdad Mîrî got: “Ev endamên komeke tirsnakin ku girêdayî PKKê ne û ew ji şewatan berpirsin”.

Navên du ji wan wisaye:

  1. Huner Fexeriddîn Ehmed – Berpirsê çalakiyên terorî yên PKKê li Kurdistanê ku karmendê yekeya 70 ye.
  2. Mihemed Necat Hesen – Efser li Dije Terora Silêmanyê CTG ku ji hêla PKKê ve hatiye perwerde kirin.

Tuhmetbar li ku derê hatin girtin

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Îraqê Mîqdad Her wiha got: Operasyona girtinê bi hemahengiyeke bilind hatiye encamdan, ji ber ku 2 ji tuhmetbaran li parêzgeha Kerkûkê û tumetbarekî din jî li parêzgeha Diyalayê hatiye girtin”.

Berdevkê Wezaretê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Piştî şewatên li Kerkûk, Dihok û Hewlêrê bi serpereştiya serokwezîr Mihemed Şeya Sûdanî û wezîrê karên navxwe Ebdulemîr El-Şemmerî tîmek hat avakirin”.

Tuhmetbaran şewat wisa çêdikr

Wî got jî: “Şewat bi awayekî ku zehmete were dîtin hatiye pêkirin ew jî bi danîna corekî hevîrî di sindoqên şêrîniyê de ku rasterast şewatê çênake, belkî piştî saetan ew hevîr di şewite û bûyer di qewme”.

Wî amaje bi wê yekê jî kir ku “tîmê karî îşaretên tewanê dest bixe û bi operasyonekê, kesên ku têde bûn girtin û îfadeyên wan yên mukur hatin tomar kirin”.

Her wiha bal kişand ku “materyalên kîmawî di destê wan de hatin desteserkirin ku wan pilan dikir hinek bazar û cîhên din jî bi şewitînin”.

PKKê hedefkirina xetên veguhestina elektrîkê li Hewlêrê û xeta veguhestina petrola Ceyhanê jî pilan kirbû

Li gorî îtîrafên wan kesan, wan “pilan dikir ku du welatên cîranên îraqê jî bikin armanc, her wiha xeta veguhestina petrola (Ceyhanê) jî bikin armanc”.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Îraqê û Şaneya Ewlehiyê Mîqdad Mîrî her wiha eşkere kir ku “wan pilan dikir ku bazarên Bajarê Sedir, Şorce û deverên din bikin armanc, her wiha wan deveran û xetên veguhestina elektrîkê li Hewlêrê jî bikin armanc”.

Armanc xisargihandina nan û qûtê xelkê ye

Girêdayi mijarê Birêvebrê Giştîyê Dîwana Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî li heman konferansê axivî û got: “Armanca van agiran têkbirina aboriya xelkê û her wiha xisargihandina nan û qûtê xelkê ye, dixwazin bi vî awayî pêwendiyên xelkê û hikûmetê xera bikin û xelkê ji hikûmetê aciz bikin”.

PKKê di xwest gurzekî kujer li aboriya Kurdistanê bide

Hêmin Mîranî got: “Gumanbar ji aliyê PKKê ve li Tirkiyê, Sûryê, Qendîlê, Kifrî û Sengeserê hatine perwerdekirin û armanca wan ewe ku aramiya Kurdistanê û Îraqê têk bibin, pilanên wan yên gelekî metirsîdar hebûn ku gurzekî kujer li aboriya Kurdistanê bidin”.

Hêjay gotinê ye, piştî çend rojan bi şewata bazarê Çelê yê Dihokê, pêgeha Darka Mazî ji çavkaniyên xwe hîn bû ku PKKe li pişt vê şewatê û şewatên din yên bazarên Hewlêr û Kerkûkê ye:

Gelo teşkilata bi navê Ehd-î Millî bazarê Duhokê şewitand

 

Ji 10 cotmeha sala 2023an bûyerên şewatên bazaran li Herêma Kurdistanê destpêkirbûn, yekem car şewata bazarê Tirkumenan li Kerkûkê derket, piştre li sibata 2024ê şewata bazarê Lenge yê Hewlêrê ku bi bazarê destê dûyem tê naskirin çêbû, piştre Sûka Çelê ya Dihokê ku sûkekî herî bi nav û deng û pirî qelebalixe hat şewitandin.

Ev rêze şewatên li bajarên cuda yên Kurdistanê derketîn gomanekî mezin çêkirin, ewl berpirsyarîya tevahîya van şewatan bo rêxistina Ehdî Millî çûn, piştire derket holê ku PKKe encamderê sereke yê van bûyerên qirêje.

Pustên heman beş