Don Quixoteyê PKK’ê

Don Quixoteyê PKK’ê

Simko Ebdulezîzî

Don Quixote kesatiyeke aşopiye di wêjeya cîhanê de pir tê bikar anîn, ev nav piranî ji wan kesan re tê gotin yên ku di aşopê de jiyan dikin, aşopa xwe weke rastî dibînin û hewl didin bi kelecaneke bihêz wê aşopê berçav bikin û kesên din jî wê aşopê bi rastî û heqîqet bibînin.

Murat Qarayilan di salên derbas bûyî de û bi taybet paş çûna rêberê wî bo Îmraliyê rastî nexweşiya Don Quixote bûye û roj bi roj karaktera Don Quixote bûnê pêtir di kesayeta wî de diyar dibe.

Qarayilan di 29/6/2024an de hevpeyvînek bi radio dengê gel ya partiya xwe re encam da, di vê hevpeyvînê de wisa xuya dibe ku yan Murad Qarayilan wisa difikire ku di salên 70an de jiyan dike û haya wî ji pêşketinên di jiyanê de çêbûy tuneye, yanjî naxwaze van guherîn û pêşketinan qebûl bike ku hene.

Di salên 70an de mirov dikarî bi rêya gotinên mezin bîseran bi gotinên xwe razî bike, mebest ji axaftinên mezin û qebe ew peyvin yên ku ne merce ew peyv rastî bin, belku merc eve bi wan peyvan bikarî kartêkirinê li ser hişa kesê bîser bikî û bi van peyvan wan bikî koleyên xwe.

Muradê Don Quixote ji bîr kiriye ku niha serdem hatiye guhertin û jiyan pêşketiye û bi taybetî ji aliyê teknoljî ve gihiştiye wê radeyê ku “jîriya destkird” hatiye çêkirin, her tişta ku tu bixwazî tu dikarî bi rêya “jîriya destkird” di dema çend deqîqeyan de bi deng û reng ve dirust bikî û weke rastiyê bêxî berçavê xelkê, divê Muradê Don Quixote bzanibe xwe di şiyan de ye bi rêya teknolojiyayê Mekapa piyê wî tê de jî deng û rengên wî veguhêze.

Muradê Don Quixote dibêje “ji ber berfirehbûna beşa îstixbarata Tirkiyê, ev welat gihaye astekî ku her karê ew bixwaze dikare bike, ji ber ku di niha de dewleta tirk du cureyên îstîxbaratê (îstixbarata derûnî, îstixbarata Eliktironî) hene û di vê dawiyê de bi rêya van cureyên îstîxbaratê karîye hin çalakiyên me yên leşkerî pûç bike û bi vê yekê me hejmarek ji lehengên xwe ji dest dane, loma pêwîst dike em guhertinê bêxin curê xebat û tekoşîna xwe”, derbara vê gotina Muradê Don Quixote ez dikarim van gotinan bibêjim:

1-            Raste, Tirkiye ji aliyê teknolojiyayê ve pirr pêşketiye û ev pêşketina teknolojî xistiye di xizmeta leşkerî de.

2-            Berî ku tu bixwazî guhertinê bêxî şêwazê xebat û tekoşîna gerîlayan, pêwîst dike tu bi xwe guherînê di zihniyeta xwe de bikî û dûr bikevî ji kesatiya xwe ya Don Quixote, mebesta min eve ku di gotinên xwe de rastiyê bibêjî, ji ber ku di vê serdemê de rastî nayê veşartin, her wek kurd dibêjin, “ronahiya rojê bi bêjîngê nayê veşartin”.

3-            Dizanim mebesta te ji guherîna awayê xebat û tekoşînê çiye, mebesta te eve ku îro mîna berê Îran hatiye meydanê û hemû alavên xwe yên pêşketî weke “Drone, mûşek û hwd” xistine di xizmeta we de.

4-            Muradê Don Quixote, gelo te pirsek ji xwe kiriye ka çima Îranê ev çek xistine di xizmeta we de? Ger tu heman pirs ji min bikî ezê bi vî awa bersiva te bidim, ezê ji te re bibêjim mebesta Îranê ji vî karî eve:

  • Hikûmeta Herêma Kurdistanê lawaz bike.

  • Hest û hizra netewî ya kurdan bêxe di xeteriyê de.

  • Hikûmeta Herêmê bi neçarî bikeve di xizmeta Şîegeriyê de.

  • We li dijî Tirkiyeyê bikar bîne heya ku hin destkeftiyan bi dest bixe.

  • Her tim ji Tirkiyeyê re bibêje ez dikarim rewşa te têk bidim.

  • Ez bi bawerim Muradê Don Quixote ev gotinê te ne gotinên nû ne, ji ber ku tu dizanî niha tu yê bûye karakterekî sereke di plana ji aliyê Cemîl Bayik û Îranê û Tirkiyê ve hatiye danîn ji boy çewaniya lawazkirina hikûmeta Herêma Kurdistanê.

  • Her wisa dizanim ku hûn yên bûye koleyên serokê xwe, serokê we gotiye Tirkiyê ger hûn rê bi min bidin ezê bi lawaz kirina statuya Herêma Kurdistanê xizmeta dewleta xwe “Tirkiyeyê” bikim.

Pustên heman beş