Don Quixoteyê PKK’ê-2

Don Quixoteyê PKK’ê

Simko Ebdulezîzî

Beşa duyemîn

Di beşke din a hevpeyvîna xwe ya bi radio dengê gel re ku Qarayilan di 29/6/2024 de ecam dayî de, ev kesê ku xwe weke aqildarê serbazî yê PKK’ê nas dike, lê di rastiya xwe de ji nexweşiya Don Quixote dinale, dibêje, “Ti cîhekê ku gerîla lê hebin leşkerê Tirkiyê nekariye baregehên xwe lê ava bike”, ev gotin ta radeyekî rast e, lê fêlbaziyek tê de heye.

Çawa rast e?! Heya ku bi dirustî berisva vê gotinê bidim, pêwîst dike pirsekî bikim, pirs jî wê ev be, gelo gerîla kîye û çawa jiyan dikin û liv û tevgera wan çawa ye? Bersiv jî eve, gerîla ew kesin yên ku bi berdewamî di liv û tevgerê de ne û nabe li cîhekî diyar kirî jiyan bikin, nabe koma wan ji 10 kesan zêdetir be, çekê giran di destê wan de tuneye, çenteya wan metbexa wane, cihê bi şev lê di razên pêwîst dike di bin erdê de yanjî li kujiyên tarî yên şikeftekê de be, nabe bi tu awa bi roj liv û tevgera wan hebe, nabe bi şev agir pê bixin, ger bi roj jî agir pê xistin nabe agirê wan dukel hebe, armanca sereke ji hebûna gerîlayan ne şikandina leşkerê dijmin e, belku armanc lêxistina hin derbeyan bi leşkerê dijminî e.

Pirsa duyemîn, gelo leşker çîye? Leşker komeka çekdarên perwerde dîtîne ku li gor pirensîpên zansitî û teknolojî tev digerin û amûrên curbecur û çek û teknolojiya û wesayîtên pişêketî heyanî digehe firoke û balefirên leşkerî jî li ber destê wan hene, baregeh û her tiştê wan heye, leşker pêwîstî bi cîhek mezin û vekirî heye û dikare li her cîhekî baregeha ava bike.

Anku şêwazê liv û tevger û mana gerîlayan û leşkeran pirr cudaye, îmkaniyat û potansiyela wan jî pirr cudaye. Dema leşker li cîhekî akinicî dibe û baregeha ava dike, bi taybet di vê serdemê de û bi hebûna vê pêşketina teknolojî ya niha, leşker dikare di bingehê ku ava kirî de kontrola bi dehan kîlometroyên daîrewî yên derdora xwe jî bike.

Murad Don Quixote, ku xwe wek pisporekî leşkerî dide naskirin baş dizane li cîhê ku leşker lê bi cî dibe û baregeha ava dike, dikare derdora xwe bi dirêjahiya dehan kîlometroyên daîrewî kontrol bike, û bi çekê pêşketî yê di dest xwe de dikare kon mişkan li çekdarên wan bike qeyserî, çendîn mînakên berbiçav di vê derbarê de hene ku Don Quixote PKK’ê bi çavê serê xwe dîtine, Bakurê Kurdistanê baştirîn mînake, paş ku leşkerê Tirkiyê herêmên ku bi dehan salan di bin desthilata PKK’ê û çekdarên wê de bûn kontrol kirin û baregehên leşkerî lê ava kirîn, ew cî bûn cîhên geştiyarî û gelê sivîl li wan herêman mijûlî festival û geryanaye, her wiha bûne cîhên pîşesazî û sermayedarên Tirk bi dehan kargeh lê danîne.

Belê, ey Don Quixote PKK’ê, te û partiya xwe gerîla gihandin wê astê ku hûn nikarin yek heftî li ti cîhekê bimînin, bi taybet li Bakurê Kurdistanê ku her der we teslîmî Tirkiyê kiriye, hûn nikarin ti baregehekî leşkerî li ti cihan bi taybetî li Bakurê Kurdistanê ava bikin, loma bi vî awa dipeyvî, keskî sade dikare bawer ji axaftina te bike, lê kesekî şehreza û pispor bi axaftina te dikene û dizane tu dixwazî gel bixapînî.

Ez ji Don Quixoteyê PKK’ê re dibêjim, gelo kî zerermendê sereke ye ji bicîbûna leşkerê Tirkiyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê? Gerîla yanjî gelê sivîl yê Başûr?

Hûn baş dizanin hebûna we ya neqanûnî û neexlaqî di nava Herêma Kurdistanê de bûye sedem ku leşkerê Tirkiyê were û li take perçeya azada Kurdistanê bi cî bibe, gelê Başûr jî zerermendê sereke yê hebûna we û leşkerê Tirkiyê ye di nava Başûr de.

Li dawiyê dixwazim ji Don Quixote PKK’ê re bibêjim, hûn û Tirkiye hevparin di dagirkirina xaka azad ya Başûrê Kurdistanê de, sûça we zêdetire ji sûça dewleta Tirkiyê di vê dagîrkirinê de, ji ber ku hûn bi ziman û cil û bergên Kurdî bûne dardestên dewleta tirk ji boy dagirkirina Başûr, cerdevan, çete û xayînên sereke tu û partiya xwe ne, ne kesek Kurd ku dewleta Tirkiyê bi darê zorê ew leşker kiriye û niha bi rêya wî Başûr dagîr dike.

Pustên heman beş